Cîhan

Li Zanîngeha Çekoslovakyayê 15 kes hatin kujtin

Hat ragihandin ku di êrîşa çekdarî ya li ser Fakulteya Felsefe ya Zanîngeha Karls ya li navenda Prag a paytextê Çekyayê  herî kêm 15 kes hatin kujtin û 24 kes birîndar bûn.

Midûrê Giştî yê Çekyayê Martîn Vondrasek di derbarê bûyerê de daxuyanî da çapemeniyê û got ku di êrîşê de ji 15an zêdetir kes hatin kujtin û 24 kes jî birîndar bûne.

Li gor agahdariyênVondrasek,  îhtîmal e ku êrîşkar berî bûyerê bavê xwe jî kujtibe û  kujer plan kiriye ku bê konferansa li fakulteyê lê belê berî ku bê gasînê çeka xwe bi kar aniye.

Di daxuyaniya rayedarên polêsan de hat gotin ku êrîşkar tenê bûye û hatiye berterefkirin.

Malpera nûçeyan a Çek Novînky, ragihand ku navê êrîşkar Davîd Kozak e, di sala 1999an de hatiye dinyayê ye û li fakulteya navborî xwendekar e.

Back to top button