Polîtîk

Li wîlayetên Şîeyan jî li dijî Malikî xwepêşandanan dest pê kirin

Ji bilî wîlayetên Sune mezheb li bakur û rojavayê Îraqê ku ev çen mehin xwepêşandan li dijî serokwezîrê Îraqê û hikûmeta wî derdewam in, duhî li wîlayetên Şîye mezheb bi coşeke mezin hevwelatî derketin cade û kolanan û li dijî hikûmetê û serokwezîrê Îraqê dest bi xwepêşandanan kirin.

Di vê çarçoweyê de û li ser daxwaza Muqteda Sedir serokê tevgera Seidir, duhê bi şev, li wîlayetên başûrê Îraqê yên Şîye mezheb weke; Zîqar, Besra û Mîsanê de xwepêşandanên dijî serokwezîrê Îraqê Nûrî Malikî û hikûmeta wî dest pêkirin û ev xwepêşandan hîn jî berdewamin.


Ji aliyek din ve, Sserokê tevgera ciwanên Îraqê şêx Ebas Elhemdawî ragehand ku, cîgirê serokwezîrê Îraqê bo karûbarên enerjiyê  yê Îraqê heta niha nikariye bi awayekî baş xizmeta welatiyên Îraqê bike û piroblema benzîn û mazotê çareser bike, ”lewre divê dev ji postê xwe berde.”

 

Ebas Elhemdawî eşkere kir ku, her çend dahata petrola Îraqê gelek zêde be jî lêbelê heta niha hikûmeta Îraqê û bi tyabetî wezareta elektirîkê û wezareta neftê ku, din serperiştiya Hisên Şehristanî cîgirê serokwezîrê Îraqê bo karûbarên enerjiyê de kar dikin,  nikarîne di warê elektirîk û xizmetgozariyên din de xizmetên baş pêşkêşî welatiyan bike lewre divê Husên Şehiristanî ji postê wî bê dûrxistin.

Back to top button