Li wêneya Nasa de asîmanê Kurdistanê paktirîne
Desteya Jîngehê eşkere dike, asîmanê Kurdistanê li wêneyekî Nasa de bi paktirîn asîman xwe nîşan dide.
Belavbûna virusa Corona zêdetirê xelkê cîhanê xistiye nava malan û Hikûmetên cûda cûdayên cîhanê jî ji bo rêgirîkirina belavbûna vê virusê, rêkarên wekî qedexekirina hatin û çûnê ragihandine. Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştî qedexekirina hatin û çûnê, biryara xwe ji bo 72 demjimêran dirêj kir.
Corona xizmetekî baş bi jîngeha Kurdistanê û cîhanê kiriye
Hindirên Şêx Raxib Peyvdarê Desteya Jîngeha Herêma Kurdistanê ragihand: Corona xizmetekî zêde bi jîngeha Kurdistan û cîhanê kiriye. Ew dibêje dû welatên Çîn û Amerîka ku rola wan ya zêdetir pîskirinê li jîngeha zevî de heye û goga zeviyê berev rêyeke xerap da biribû. li Kongreya Parîs dîsan daxwaz ji van dû welatan dihate kirin beranber pîsbûna jîngehê rêkarên nû werbigrin. Lê belê guh bi hişyariyan nedidan.
Her wiha dibêje: Wekî Desteya Jîngehê mezintirîn hewla me ewebû li roja jîngehê da rê bidin ji bo sê xulekan otombêl bêne rawestandin. Lê belê kes bi gotina me nedikirin, lê belê Corona çend roje li Kurdistanê hatin û çûnê rawestandiye.
Her wiha li nûtirîn wêneya ku ji Ajansa Nasa ya Amerîkî wergirtine, asîmana Herêma Kurdistanê bi paktirîn asîman tê dîtin û hîç nîşaneke pîsbûnê pêve diyar nabe ku cihê dilxweşiye. Eve jî got ku planek heye pêşkêşî Encûmena Wezîran bikin ku salane bi taybetî li demsalên germayê ku pleya germî li ser 50 bilind dibe, heft roj hemû dewamek rawestînin bo ku jîngeha Kurdistanê bîhna xwe vede.