Civak

Li wargehekê de 178 koçber pêketiyê Koronayê bûn

Zêdetirê hefteyeke dengê nerazîbûnê û bêzariya koçberan li pişt telbendên wargeha Sankt Augustîn li Almanya bilind buye, wargeha ku nêzîkî bajarê Bone, 321 koçber 12 roje têda hatine karantîne kirin.

Wargehê kirine du beş, li beşek da 178 koçberên tûşbûyê virusa Korona hatine karantîne kirin û bi ti awayekê rê nadin derkevin derve. Li beşa dinê wargehê 143 koçber hene ku tenê dikarin hatin û çûnê li nava hewşa wargehê de bikin, ji ber ku tê guman kirin ew jî tûş bûbin. Pêşî girtina li belavbûna Korona li nava wargehan de gelek zehmet tê dîtin.

Bepirsê Navçeya Sankt Augustîn ya li bajarvaniya wî bajarî dibêje: “Gelek zehmete virus bê ragirtin dema ku hatin û çûn hebê. Her ji bo wê yekê me wekî bajarvaniya vê bajarê, daxwaz kir ew wargehên hejmareke zêdeyê koçberan têda heye, bêne kêmkirin, ji ber ku li vir hejmareke zêdeyê xelkê li yek cîhekê biçûk da bi pêkve ne. Ewê em bikarîn bi cîh bikin ji aliyê Hikumeta Herêmê ve hatiye pejirandin, ew jî paqijkirina wargehê bû ku rojane zêdetirê sê caran tê paqijkirin. Rojane gilêş têne kom kirin û tenekeya gilêşê têne valakirin.

Back to top button