Polîtîk

Li Wanê bobelata lehiyê

Li gundên Şavatli, Şahintepe, Dagdeviren û Bogazkesenê ku bi navçeya Ebexeyê  (Ozalp) a bajarê Wanê ve girêdayîne, ji ber zîpik û barana pirr lehî rabû. Tê ragihandin ku, 2 hemwelatî ku navê wan Muhbet Ozbulak û Ecevît Ozbulak in, ber bi lehiyê ketine û roda çûne. Ew her du kesana dayik û lawik bûne. Dema lawikê Muhbet Ozbulakê bern bi avê dikeve, dixwaze lawikê xwe bifilitîne û li ser vê ew jî ber bi avê dikeve û bi hev re herdu wenda dibin. Dûra, cesedê dayik û lêwik tên dîtin.

Di lehîya ku veguheriya bobelatê de ajalên gundiyan û çandiniyên gundiyan jî zirar dîtine. Dewarên gundiyan ku tê gotin qasî 100 heb, ber bi lehiyê ketine. Dîsa hin axir jî hatine hilweşandin. 

Ji ber lehî rabûnê, rêya Wan û Ebexeyê ji trafîkê re hatiye girtin. Ji bo vekirina rê xebat dewam dikin.

Back to top button