Polîtîk

Li Wanê 19 kes hatin binçavkirin

Li bajarê Wanê vê sibê (26.11.2012) polîsan avête ser mal ê saziyên wek, Şaredariya Wanê, Biroya Wanê a Ajansa Nûçeyan a Dîcle (DÎHA), Mala Piştgiriyê a Perwerdehiyê a Şaredariya Wanê û Cîgirê Şaredarê Wanê Sabri Abi. Polîsan, di serdegirtina mal û saziyan de gellek kes girtine binçavan. 

Serdegirtina li Şaredariya Wanê bi dawî bû. Polîsan dest da ser compîtor û hard diskên şaredariyê. Lêgerînên polîsan yên li sazî û malên din dewam dikin.

Li gorî ragihandinan, di desteserkirina mal û saziyan de seet heta 10.00 a,  di nav de Cîgirê Şaredarê Wanê û Serokê Meclîsa Bajêr jî têde 19 kes hatin binçavkirin. Kesên ku hatina binçavkirin navên wan li xwarê ne:

Hüseyin Dag (Endamê Meclîsa BDP), Semira Varlı (Seroka Meclîsa Giştî a Wanê), Selim Bozyigit (Cîgirê Şaredarê Wanê), Veysel Keser (Şaredarê Çelebibagi), Sait Kantarcıoglu (Şêwirmendê Şaredarê Wanê), Senar Elter (Endamê Mecl3isa Giştî a Bajêr), Fevziye Şiran (Hevseroka BDP a Bajarê Wanê), Naif Ograş (Rêvebirê BDPê yê bajêr), Habib Abi (Rêvebirê BDPê yê bajêr), Naim Işik (Rêvebirê berê yê BDPê), Yakup Ataş, Naci Erkol, İbrahim Alkan, İhsan Arslan, İsmail Demir, Muselma Pala, Salahattin Bozkurt (Serokê Navçeya Başkale a BDPê), Nimet Ege, Meral Gungor.

Back to top button