Li Vatîkanê Cardînal Pietroyê Kurd
Çewa ku bawermendên her olekê mizgefta xwe cihekî pîroz dipejirînin û li wirê perestinî dikin, Xiristiyan jî li virê perestinî dikin.
Zeynelabidîn Zinar
Rojekê Seydayê hêja Mihemed Emîn Can di suhbeteke telefî de got ku ”Başbiskoposê Vatîkanê kurdekî Erdîxanê ye.” Piştre jî nivîseke bi tirkî ya dirêj bo min hinart.
Min jî pêşî ew mesele bi vê kurtenivîsê weşand:
”Eger li Vatîkanê kurdekî Arceman (BAŞBİSKOPOS) derkeve holê, bila kes şaş nebe. 28/6/24”
Piştre min ew nivîsa hinare ya Rêzdar Mucahid Uzden Hun ê ku roja 18ê Gulana 2020î weşandiye, tê de titştên ecêb hebûn bi kurtî serpêhatiya Başbiskopsê Kurd weha diyar kiriye:
(Bi Zimanê Kurdî ji BAŞPİSKOPOS re, Arceman/ argeman û maskof têne gotin. Lê ez ê peyvikan ”Arceman” bi kar bînim.)
Kurdek li Îdira Bakûrê Kurdistanê bi navê Tahir hebûye, lê jê re Teyo dihate gotin. Ew kurê Misto ye, diya wî Xatûn jî xweha Ehmedê Şemo bûye. Teyo dema mezin bûye zewiciye û du kurên wî (Mehmûd û Bekir) çêbûne.
Sal 1941, rojekê Teyo ji bajarê xwe rabûye berê xwe daye bajarê Edenê û li wirê di hin karan de kar kiriye, lê gelek perîşan bûye. Piştre ji wirê debar nekiriye û çûye bajarê Mêrsînê.
Teyoyê Kurd li xopana Mêrsînê birçî maye, şeperze bûye û zivistana xedar jî cewra xwe li serê zêdetir kiriye.
Di rojeke sar û seqem de Teyo li ser dîwarê hewşa avahiyekê rûniştiye, serê xwe û herdu destên xwe bilind kirine û bi dengekî bilind giriyaye û gazin ji jiyanê kiriye.
Wê demê zilamek hatiye ba Teyo û gotiye:
. Xorto, çima tu digirî?
Teyo bi devê xwe yê lerzokî gotiye:
. Ez birçî me, sermayê ez rûxandime û cihê razana min jî tune!
Zilam stêrên li ser ruyê Teyo ziwa kirine û wî bi xwe re biriye, ketine salonekê. Teyo dîtiye ku maseyeke dirêj li wirê rastkirî ye, çend kes li serê rûniştî ne û xwarin dixwin. Teyo jî li ser kursiyekî rûniştiye û xwarin jê re hatiye. Teyo tasa şorê digel nanê hişk qedandiye û jê re taseke din anîne.
Piştî ku Teyo têr bûye, laşê wî germ bûye û ruhnî ketiye çavên wî, dîtiye ku mûm li her deverê hene, wêneyekî Îsa pêxember ê xaçkirin dalenqandiye, xwe bi xwe gotiye: Nexwe yê ku vê sivistanê xwarina germ da min û min li vî cihî hêwirand, Îsa Pêxember e.
Teyo ha ku dîtiye, va ye xortek li ba wî sekiniye û goye wî ku pê re were.
Teyo rabûye û li pey wî xortî çûye.
Dema Teyo biriye odeyekê, Teyo dîtiye ku ew pîremêrê ku pêşî Teyo biriye hundir û xwarin dayê, va ye li wirê rûniştî ye. Pîremêrd cihê rûniştinê nîşanê Teyo daye û gotiye wî:
. Ev der, dêra katolîkan e. Ma tu berê çûyî dêreke wisan?
Teyo serê xwe bi wateya NAyê bilind kiriye.
Pîremêrî gotiye Teyo:
. Ev der jî mizgefta Xiristiyanan e. Çewa ku bawermendên her olekê mizgefta xwe cihekî pîroz dipejirînin û li wirê perestinî dikin, Xiristiyan jî li virê perestinî dikin. Navê dêra me jî ”Dêra Katolîk a Latînî ya St e.”
Teyo piraniya gotinên Pîremêrî yên bi tirkî fêm nedikir, lê wî dizanibû ku ew cih dêr e û ew pîremêr jî zanayekî olî ye.
Pîremêrî got Teyo:
. Ger tu bixwazin bi me re bî, cihê me yê razanê jî heye.
Dema cihê xwarin û razanê ji Teyo re çêbûye, kêfa Teyo pir hatiye, dilê wî xweş û geş bûye, bê hemdê xwe giriyaye û xwe bi xwe gotiye: Mihemediyan xwedîtî li min nekirin, lê va ye Îsewî xwedîtî li min dikin…
Pîremêrî li axaftina xwe domandiye û gotiye:
. Navê te çi ye?
. Navê min Teyo ye.
Pîremêrî gotiye Teyo:
. Ez Pastorê vê dêrê me, yên din rahîb in. Heke tu bixwazî li virê bimînî, divê tu pêşî ola Xirîstiyanî bipejirînî.
Teyoyê ku ji ber serma û birçîbûnê li ser dîwarê kevirî rûniştibû û giriyabû, niha jî ku deriyê mala Xwedê yê Ola Îsa Pêxemberî jê re vebûye, kete nava xewnrûjkan û ji şansê xwe bawe nedikir. Lê dît ku êdî va ye qedr û qîmet didinê. Piştre jî merasîmek jê re hate sazkirin.
Teyo birin odeyeke taybet û ew şûştin, kinc û bergên taybet lê kirin. Ewî birin ba kahinekî. Kahin gotê:
. Ez çi bêjim, divê tu gotina min dubare bikî…
Kahin çi got û Teyo jî gotinên wî dubare kirin.
Dawî Teyo got: “Erê, ez Îsa Mesîh qebûl dikim.”
Piştre Kahin xaçekî xist stuyê Teyo.
Rahib bi dorê Teyo hemêz kirin. Hin rahibên jin jî xwe ji Teyo re tewandin.
Teyo êdî bûye Mesîhî û her roj dersên Xirîstiyantiyê ji keşîşekî digirt. Lê di xwendin û nivîsandinê de ne baş bû.
Keşîşeke jin jî ders bi zimanê Îtalî û Latînî dida Teyo. Lê Teyo di wan dersan de pir jêhatî bû.
Lê Teyo di lêxistina zengilî de pir zîrek û çist bû. Ew hawe pir kêfa kahin û ya rahiban dihanî.
Şevekê dereng bû. Rahîbeyek bi lez hatiye ba Teyo û gotiye:
. Kahin Efendî dixwaze ku tu tavilê rabî werî ba wî.
Dilê Teyo dest bi kutekutê kir, xwe bi xwe ot: Gelo min tiştekî xirab kiriye ku vê derengiya şevê ku Kahin bangê min dike?
Dema Teyo çû ba Kahinî, dît ku ew jinika rahibe ku dersa wî dide, li kêleka Kahîn Efendî rûniştiye.
Kahinî Teyo li kêleka jinikê da rûniştandin û got:
. Teyo, Kahîne xanim ji te hez dike. Lê pêşî divê hûn li ba min eşkere bêjin ku hûn herdu ji hev hesdikin.
Piştî ku Teyo û jinikê hiskirina xwe ji hevûdu re eşkere gotin, Kahînî ew derxisistin derva. Teyo dît ku va ye hemû rahîb li ber derî kom bûbûn û li benda hatina wan in. Hemûyan bi dorê bi hev re bereketa Xwedê li zewaca wan barandin. Odeyeke taybet ji wan re hatibû raxistin. Rahibe xanim û Teyo birin û xistin wê odeyê.
Teyo pirs ji jina xwe pirsî, got:
. Tu xelkê kurê yî?
Rahibeyê got:
. Ez Îtalî me, li bajarekî biçûk ê bakûr hatime dinyayê. Pîşeya min a rastîn mamostetî ye. Ji ber vê yekê, min dersên Îtalî û Latînî didan we.
Teyo û wê xanimê jiyana xwe bi hev re berdewam kirin…
Sal û zeman derbas bûn, rojekê daxwaznameyek ji Italyayê hate ba
Katedrala St. ku pêdiviya wan bi alîkariya du kesan heye ku herin Îzmîrê. Kahin Efendî Teyo û Kahine xanim hinart Îtalyayê.
Teyo û Kahine xanim rojekê li otobusê siwar bûn û çine Îzmîrê.
Serokkahîn li navçeya Alsancakê pêşwazî li wan kir û bi dilovaniyeke mezin nîşanê wan da ku ewê li kurê bimînin.
Efendî Teyo û Kahine xanim demeke dirêz jiyana xwe li bajarê Îzmîrê bihurandin. Şevekê dema herdu diçûn cihê razana xwe, Rahibe xanim hêdîka di guhê Teyo de got: Ez ducanî me. Kêfa Teyo pir bi vê xeberê hat.
Rojekê Teyo ji bo kirîna kelûpelan diçû bajêr, li ser riya xwe nasekî xwe yê ji Îdirê dîtiye. Teyo bi lez û bez çûye malê û gotiye jina xwe:
. Hinek kesên ji welatê me, ez li virê dîtime û pê hisiyane ku ez bûme Fileh, wê min bikujin, divê zû em ji Tirkiyê herim.
Jinikê gotiye Teyo:
. Nexwe em herin bajarê min. Ez ê ders bidim û tu jî di karekî de bişixule.
Teyo tavilê ew pêşniyar qebûl kiriye. Lêbelê pêdivî bû ku Teyo pasaportek bistîne û nasnameya wî jî nebû.
Jina Teyo çûye ba Kahinî û gotiye ku xelkê bihîztiye ku Teyo bûye Fileh û li virê jî kesên wî nas dikin hene, dê wî bikujin. Jê re pasaportekê derxe, ez ê wî bibim Îtalyayê.
Kahînî navê Teyo danîye RENZO P. û pasaporteke îtalî jê re dexistiye.
Piştî mehekê, Renzo P. û jina xwe çûn bajarê Schiavon li bakurê Îtalyayê û li wirê bi cih bûn. Li wirê di demeke kurt de jiyana xwe birêkûpêk kirine.
Roja 17 Çile 1955, kurek ji wan re çêbûye. Navê wî danîn PIETRO. Piştî çend salan keçek jî ji wan re çêbûye.
Teyoyê Kurd, dema kurê wî Pietro bûye 10 salî di rûdaneke trafîqê de miriye.
Kahîne xanim, xwestiye ku nûçe mirina Teyo bigîje xizmên Teyo yên li Kurdistanê. Li keşeyê Mêrsînê nexwestiye ku malbata Teyo pê bide hisandin.
Jinikê piştî mirina Teyo, girîngî daye perwerdehiya kurê xwe Pietro.
Pîetro di 27ê Nîsana 1980yî de li zanîngeha Pontîfîka Gregorian bawernameya masterê di warê fiqh de wergirtiye û di heman demê de beşdarî Akademiya Eclîsê ya Papî bûye.
Pîetro li welatên weke Nîjerya, Meksîka û Venezuelayê jî xebat kiriye.
Di sala 2014an de Pietro bûye Kardînal û heta niha, li Vatîkanê wezîrtî dike.
08/ 07/ 2024. 20:36