Civak

Li Trabzonê êrîşî karkirên Kurd kirin

Karkirên Kurd ên ku li Balafirgeha Trabzonê dixebitin, dema ku di nava xwe de bi Kurdî diaxivîn rastî êrîşa dergevan û karkirên din ên avahiyê hatin.

Karkirên Kurd ên ku li Balafirgeha Trabzonê ya li navçeya Ortahîsara navendî ya Trabzonê di xebatên nûjenkirinê de dixebitin, ji ber ku di nava xwe de bi Kurdî diaxivîn rastî êrîşa asayîşa avahiyê û xebatkarên din hatin.

Karkirên Kurd ên ji Agirî û Wanê danê sibehê berî ku dest bi kar bikin, ji ber ku bi hev re bi Kurdî peyivîn, dergevanê avahiyê nerazîbûn nîşan da û ketin nîqaşê. Piştî nîqaş mezin bû, karkirên din ên Tirk jî êrîşî karkirên Kurd kirin.  

Yek ji karkitên Kurd Bîlal Aktekîn destnîşan kir ku di vê bûyerê de tiştê ku pê aciz bûne ew e ku nikarin bi zimanê xwe biaxivin û got: “Pirsgirêka me ew e ku em nikarin bi zimanê xwe biaxivin. Li vî welatî her kes bi azadî bi zimanê xwe diaxive, çima em nikarin biaxivin. Karkerên Kurd ji sibê heta êvarê li vir dixebitin û nanê xwe bi dest bixin. Em jî dixwazin bi azadî bi zimanê xwe biaxivin”.

Back to top button