Tirkiye tixûbê navbera xwe û Îranê yanî tixûbê bakurû rojhilatê Kurdistanê bi avakirina dîwarekî asê dike. Li gora daxûyaniya waliyê Wanê dirêjahiya 295 kilometreyî dîwar bê avakirin.
Wek tê zanîn gelek penaber di vî tixûbî de ji Îranê derbas dibein û tayb etî ji Afganistanî rojane bi sedan kes bi rêya Îranê derbasî Tirkiye dibin û ji vê derê hewldidin biçin Ewropa , lê gelek ji wan li Tirkiye jî dimînin. Zêdebûna hêjmara penaberên Afganî li Tirkiye û bakurê Kurdistanê bû ye keşeyek mezin.
heta niha 64 kilometre dîwar hatiye bilindkirin. Di vê derbarê de waliyê Wanê daxûyaniyek da û dibêje: Emji bo li hevhatinekî li gel Îranê dayinstandina dikin.Xebatên paqijkirina qada bi mayin ji aliyê ekîbên cendirmeyê ve berdewam in. Em dê herêmê bi temamî ji mayinan paqij bikin. Çimkî ji bo çêkirina dîwar pêwîst e ew qad ji mayina bê paqijkirin. Ji bo ewlekariya sînor, ev 2 sal e em xendekan dikolin. Kûrahiya xendekan 4, firehbûn jî 4 metre ye. Heta niha 110 kîlometre xendek hatiye vedan. Heta dawiya salê dê 160 kîlometre xendek were kolan. Ji aliyekî din ve têlên bi jilêt jî li dora wan tê pêçan
Wek din waliyê Wanê behsa tedbîrên li tixûb têne girtin kir û dibêje: Piştî ku hatina koçberan zêde bû hêzên me yên bejayê yekîneyên piştevaniyê ligel wesayitên zirxpoş şandin deverê. Wezareta Navxweyî jî ji wîlayetên din 35 tîmên operasyona taybet, bi 50 wesayitên zirxpoş veguehstin herêmê kir.