Di 5 rojan de 9 jin hatin kujtin
Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê di nava 5 rojan de 9 jin hatin qetilkirin. Jin her roj li mal, li ser kar, li nîvê kolanê ji aliyê mêr û xizmên xwe ve tên qetilkirin. Tenê di nava 5 rojên dawî de 9 jin ji jiyanê hatin qutkirin.
Fatma Kahraman 31 salî, 21ê Hezîranê li Îzmîrê.
Şukran Aba 19 salî 21ê, Hezîranê li Edeneyê.
Gulsûm Mertoğlu 33 salî, 22ê Hezîranê li Îzmîrê.
Ayten Çağıran 44 salî, 22ê Hezîranê li Antalyayê.
Maîzer Gokyıldiz 55 salî, 22ê Hezîranê li Balikesîrê.
Hîlal Kar 33 salî, 23ê Hezîranê li Amedê.
Fatma Mercandagi 68 salî, 23ê Hezîranê li Dîlokê (Entabê).
Ummu Doger 24ê Hezîranê li Konyayê.
Selen Akpolat 26 salî, li Elezîzê.
Ji alî meriv û xizmên xwe ve hatin kujtin.
Di vê derbarê de Parêzer Şukran Eroglû anî zimên ku ” Ji ber ku li Tirkiyê polîtîkaya jinê tuneye û wekheviya zayendî nayê fêrkirin, van encaman bi xwe re tîne. Hemû axavtin li ser namûs, xiftan, cil û berg û rûniştina jinê ye. Ev rewş cesaretê dide mêran ku jinan bikujin”.