Civak

Li Tirkiye tiştên dibin

Doh li stanbulê du endamên rêxistina THKPC(rêxistinek çepên Tirkaye) ketin avahiya dadweriyê ya Stanbulê û dozerê bi navê M.Selim Kiraz dîl girtin û polîsan re bazarî kirin. Endamên rêxistina çekdar bûn. Di encam de polîsan operasyonek li himber vê bûyerê kir. Dozer û herdu endamên rêxistinê jiyana xwe ji dest dan.

Herweha doh li hemû derê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê elektrik di yek carî de qut bû. Li ser vê yekê jî  hat gotin her du bûyer bi hevûdin ve girêdane. Gelek şiroveyên cuda hatin kirin. Herweha Îro jî kesek çekdar kete nav  avahiyek ya Ak-partiyê li navçeyek ya Stanbulê.

Erdogan ev bûyer wek provakasyonek li dijê pêvajoyê nirxand. Li ser van bûyeran Erdogan serdana xwe ya Avrupa nêvîde hişt û vegeriya Tirkiye. Hêjayê gotinêye ku dozerê hatî kuştin ji bajarê Sêrtê ye.

Back to top button