
Parlementerê berê yê CHPê û berbijêrê serokkomariya Tirkiye Muharem Ince, hewldide ku li gel hinek hevalên xwe tevgerek nû ava bike. Înce dibêje ku ; Ezê li 81 wilayetan bigerim pêwendiyan li gel xelkê deynim û dawîyê biryarê bidim ku ,ka emê çi bikin.
Muharem Înce navê Tevgera xwe kiriya“ Tevgera Welat“. Înce roja 4ê Îlonê ji bajarê bakurê Kurdistanê Siwasê dest gera xwe dike. Tê zanin ku Ataturk jî di wextê xwe de qaşo li Siwasê dest “Şerê Rizgariyê“ kirîbû. Muharem Înce jî li ser şopa Ataturk dê siyasetê bike.
Lê hêja nayê zanin ku ka dê bandora Tevgera ku Înce destpê kirî li CHPê çibe? Ji bo vê hinek lêpirsîn hene ,lê hêja encamên lêpirsîna nehatine eşkere kirin.