Nivîsar

Li Tirkiye sistema serokatiyê û tevgera kurd

Li Tirkiye ji îro pêde sistema îdara dewletê tê guhertin. Bi gutinek din cumhuriyeta ku Ataturk û hevalên wî di sala 1923ê hîmên wê danîn dirûxe û sistemek nû ya serokatiyê li Tirkiye tê avakirin. Ji îro pêde dewleta tirk tevî hemû dam û dezgehên xwe ji nûve tê dizayn kirin. Bê guman di vê Sistema nû de , serokwezîrî namine û hertiş dikeve di destê serokê dewletê de.Di hilbijartinên 24ê Hezîranê de Tayib Erdogan hate hilbijartin û cardin bû serokkomar. Îro Erdogan di parlementoyê de sund dixwe û bi fermi guhartina sistemê jî tê pêjirandin.Her aliyek vê Sistema nû li gora xwe bi awayekî dinirxîne û şirove dike. Pêwiste kurd jî vê guhertinê li gora berjewendiyên xwe  yên netewî binirxînin. Gelo ev Sistema nû divê tenê di kesayeta Erdogan de bê nirxandin? Yan divê berfirehtir li gora sistema berê bête nirxandin. Erdogan îro serokkomare sibehî kesek din tê ser vê desthilatê.Ji berî Tayib Erdogan 11 kes ji roja cumhuriyeta Tirkiye hatî damezirandin heta niha bûne serokkomar.Ev 11 kes jî , hinek bi kutahiyên leşkerî hinek jî ji aliyê parlementoyê ve hatine hilbijartin. Yanî bi awayek din serokkomarên sistema berê bûn. Cara yekem Erdogan ji aliyê xelkê ve hate hilbijartin û di wê demê de bi destûrê û dawiyê de jî bi referandumê sistem guhertin. Niha jî ji aliyê xelkêve hate hilbijartin û xwedî desthilatdariyek gelek berfireh e.Cumhuriyeta Ataturk û hevalên wî ava kirîn di detpêkê de kurd xapandin û ew cumhuriyet li ser inkar û îmha kurda hate avakirin. Yanî di hîmê damezirandina sistema kevin de inkar û îmha kurda hebû. Gelek komkujiyên kurda di vê demê de çêbûne û 29 serhildanên kurda di vê demê de bi awayek hovane hatine têkbirin.Ji bo vê yekê tu sistem ji bo kurda ji sistema berê xirabtir nabe. Bê guman di sistema nû de jî tedarî li ser kurda tê kirin gelek mafên kurda binpêne. Lê mirov nizane di sibehî çewebe. Nabe di pirsa guhertina sitemamê de, em ji îro sibehî mehkum bikin. Ihtimala herî xirab dê ev sistema nû yani ya serokatiyê ji bo kurda ji sistema berê baştirbe. Lê çewe dê baştirbe divê yek bijî û bibîne.Eger kurd tenê ji bo li dijê Erdoganin vê sistema nû rexne bikin û bêjin diktatorî tê Tirkiye, gelo kengê û kijan demê de dewleta Tirk ji bo kurda ne diktatorîbû? Eger mirov dijitiya Erdogan bike divê ji bo helwesta wî ya li himber kurda dijîtî bête kirin, ne ji bo sistema berê diguherê û mirov li dewletê xwedî derkeve û wek CHPê û çepên netewî dijitiyê bike. Sedemên me û wan gelekî ji hev cudane. Ji berku dema pirs dibe pirsa kurda ew hemû dibin yek û li himber desxistina mafên kurda derdikevin.Di baweriya min de kurd gerek ji bo mafên xwe yên rewa tekoşîna xwe berdewam bikin û hewl bidin ku di vê sistema nû de li gora berjewendiyên xwe bûyera bişopînin. Dema ji bo kurda pîvan destxistina mafên netewî bin, dê hingê her tişt li gora berjewendiyên netewî bêne nirxandin û şirovekirin.Ez dizanim ku gotina berjewendiyên Netewî gelekî bi kartînim, li divê her demî ji bo Kurdistana Bakur ev yek rojane bê tekrarkirin da ku ew hestên windabûyî hinek bê jî şûnde werin. Li Bakur di nava Kurdan de hestên kurdeyatiyê gelekî aloz bûne. Nêzikî 6 milyon kurd dengê xwe didin partiyekî ku ev partî, xwe partiya kurda nehesibîne û behtir xizmeta çepên Tirk dike. Ev partî partiyek çepe û li gora îdeolojiya çepitiyê hereket dike û li dijê dewletbûna kurda û mafên netewî derdikeve.Kesên di vê partiyê de bûyin parlementer bi tu awayî kurdeyatiyê nakin û armanca wan wek ew dibêjin, “ demokratîzekirina Tirkiyeye“ vê xebatê çewe dikin dixweyê.Îro di parlementoya Tirkiye de nûnerên Kurda tunene. Di nav partiyên cuda de kurd gelekin lê ew ji bo armancên cuda, di nava partiyên xwe de siyasetê dikin , ne ji bo destxistina mafên netewî yê Kurda.Ji bo vê jî ew kurd di kijan partiyê de bin ne gelekî girêng e.Eger kurd, aliyên siyasî yên kurda di sistema nû de jî, ji bo destxistina mafê kurda yên rewa siyasetê bikin û berjewendiyên miletê xwe wek pîvan deynin holê, dê rêyek rast de bin. Herweha wê bikaribin serkeftinê bînin.Eger di siyasetê de armanca bingehîn ne destxistina mafên netewî bin, hingê çi sistema ji bo kurda ne giringe. Gotinek kurdî hey dibêje: Ne sîr e, ne pîvaz e, nelet li guncigê germ be.9.7.2018Dara Bilek

Back to top button