Nivîsar

Li Tirkiye pirsgirêka Kurd tuneye!

Li Tirkiye di hinek qonaxa de dema ku siyasî bixwazin li gora xwe behsa “Pirsgirêka Kurd“dikin û vê yeke têxin rojeve. Veca her aliyek li gora berjewendiyên xwe yên rojane tevlî gotubêja dibin û bi gotarên xwe, awayê çaresiya ku behs dikin  heqaretê li miletê Kurd dikin. Beşek ji kurdan jî dikevin di nava van gotubêjin bê wate de, xwe wek muxatabê çareseriyê va“pirsgirêkê“ didin nişandan.

Dema “pirsgirêk“ tê gotubêj kirin herkes xwe ji rastiya heyî dûr têxe û li gora muxatab kiye vê pirsa ku dikeve rojevê de dibin xwedî helwest.

Ji berî her tiştekî di rewşa niha de tu aliyek siyasî yên kurd yan jî xwe wek Kurd dihesibînin li bakurê Kurdistanê ne muxatabê çareseriya “Pirsgirêka Kurd“in. Heta ku ew tişta wek pirsgirêk tê dîtin navê wê yê rasteqînî lê nekin her gotubêja di  vê derbarê de tê kirin ne raste û tu çareserî jî çênabe.

Gerek gelemperî Tirk, siyasiyên Tirk,rewşenbîr ,nivîskar û di serî de jî çepên Tirk baş têbigihin ku, tu pirsgirêka Kurd li Tirkiye tûneye. Pirsa Kurda , pirsa neteweyek bindeste. Welatê wan hatiye dagirkirin û hemû mafên wan yên netewî hatine winda kirin û jiyana wan ,çanda wan orf û edetên wan , zimanê wan hemû hatiye qedexe kirin. Eger hinek qonaxan de sistahiyejk ji aliye desthilatan ve çêbibê jî, lê tu cara mafên wan yên rewa nehatine rojevê.Li bakurê Kurdistanê çareseriya herî kêm ku mirov bikaribe behsê bike divê ji berî her tiştekî Kurd wek netewe bêne qebûl kirin. Kurtahî tişta ku îro li başûrê Kurdistanê heyî kemasî divê li bakur jî bê avakirin. Dê hingê mirov bi awayek din behsa Kurda û rewşa wan bike.

Li bakurê Kurdistanê civaka Kurd bi siyaset û şerê PKKê yê dîzaynkirî bi awayekî têkçûye, tehrîbatên mezin peyda bûne. Bakurê Kurdistanê di rastiya xwe de gelekî kiçik bûye. Li gora rewşa cografiya siyasî 23 wilayet di nava xaka bakurê Kurdistanê de ne. Lê gelo îro çend wilayet Kurdin? Yan jî nişteciyên çend bajarên Kurdistanê, xwe wek kurd dibinin? Gelo kesekî hesabê vê yeke kiriye? Dema tixûbê bakurê Kurdistanê tê kifşkirin di nav de ji seda çend di ernigariya Kurdistanê de xwe wek Kurd û welatê xwe wek Kurdistan dibinin? Gelo qet hesabê vê hatiye kirin? Gelo heta çi radeyê kar û barê rêxistinên Kurd li gora vê rastiyê rêve diçe?

Baş berê xe bidinê da ku rastiya heyî berbiçav be. Gelo di erdnigariya bakurê Kurdistanê de, rewşa Erzincan, Erzerom, Siwas, meletya,Eleziz, Entab,Kilis, Mereş çiye? Di van bajaran de sibehî referandumek çêbibe xelk, dê xwe wek kurd bidin nîşandin yan na? Ev bajar gelek mixabin hêdî xwe wek bajarê Kurda nabînin û hêdî renge Kurda di van bajaran de yan  nemaye yan jî gelekî kêm bûye.

Ji aliyek din ve; gerek rewşa siyasî û civakî ya Kurda li Erdexan, Qers ,Igdir, Agrî Mûş, Adiyaman, Bingo,Dersiml û Rihayê baş bê nirxandin  .Pêwiste mirov bizanibe ka gelû çarenûsê van bajaran jî wek bajarên din dibe yan na?

Şunve dimîne, Diyarbekir, Wan, Hekkarî, Şirnex, Bilîs,Sêrt û Mêrdin.

Gerek li ber çava bê ku gelek ji van bajaran niştecî pişta xwe dane zimanê kurdî û Tirkî diaxêvin, yanî ji aliye dewletê ve siyaseta asimîlasyonê serkeftî berdewam dike û dewletê di vê derbarê de gihatiye armanca xwe.

Dema mirov dibêje ku Kurdistan kiçik bûye behsa vê rastiya heyî dike. Eger ev rastî berbiçav neyên girtin , tu aliyek siyasî nikare bernameyek rasteqînî bide pêşîya xwe. Em rastiya xwe bibinin û li gora wê tevbigerin.

Ji aliyek din ve dema behsa `çareseriya`pirsa kurd li Tirkiye û bakurê Kurdistanê tê kirin,pêwiste aliyên kurd di vê derbarê de projeyên xwe peşkeş bikin.

20.10.2021

Nêrin/Şirove

N.Firat

Back to top button