Li Tirkiye partiyek nû ya nijadperest damezirî

Li Tirkiye partiyek nû bi navê Partiya Serkeftinê hate damezirandin. Partî ji aliyê parlementê berê yê IYI Partiyê Umit Ozdag ve hatiye damezirandin. Ozdag kesayetek nijadperest tê naskirin.

Ozdag berê parlementerê MHPê yê Entabê bû.Ozdag jî li gel Meral Akşener ji MHPê cuda bû û bi hevre IYI Parti damezirandin. Ozdag parlementerê stanbulê yê vê partiyê û cigirê serokê Partiyê bû. Ji vê partiyê jî cuda bû. Ozdag li gel hinek hevalên xwe tevgera Heyv û Stêr avakir û dest xebata avakirina partiyek nû kir.

Umit Ozdag

Ozdag niha jî Partiya Serkeftinê avakir û bû serokê vê partiyê. Ozdag damezirandina partiya xwe di hesabê xwe yê Twitterê de bi gotinên nijdperestî ragihand.

Nerîna min :