Civak

Li Tirkiye nijadperestî gihatiye qada fotbolê jî!

Li Tirkiye dijitiya Kurda ne bi tenê di siyaset û civakê de tê kirin. Mixabin di werzijê de jî nijadperstiyek ber bi çav heye. Pirsgirêka Tirka ne ew ku tu Kurdbî. Lê ewe ku dema tu bêjî Ez Kurdim.

Berê xwe bidin vê nûçeyê û bizanin li Tirkiye nijadperestî û dijitiya Kurdbûnê di çi astekî de ye.

Hat îddîakirin ku Galatasaray ji ber parvekirinên medyaya civakî dev ji transfera Denîz Undav berda. Denîz li Brîtanya Tima Brighton  de fotbolê dileyze.

Ji berî niha jî Tima Fenarbahçe yarîzanê Kurd Ozan Suncak re li hevhat ku, Ozan tevlî Tima Fenerbahçeyê ya U-19ê bibe. Lê ji ber ku, Ozan di medya xwe ya civakî de weneyek di bin Ala Kurdistanê de weşandibû û di bin weneyê xwe de gotibû; “ Her Bijî “ Fenerbahçeyê dev ji tranfera Ozan berda.

Denîz Undav li Brîtanya Tima Brighton  de fotbolê dileyze. Denîz hemwelatiyê Almanyayê ye. Deniz jî weke Ozan medya civakî de hinek daxûyanî belav kirine û ji bo wê jî Galatasaray dev jê berda.

Back to top button