Nivîsar

Li Tirkiye hilbijartin dikare pêşwext bête li darxistin

Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji niha ve ketiye pêvajoya hilbijartinên parlementoyê û serokkomariyê. Hilbijartinên parêzgeh û bajarvaniya  24.03.2019ê de û hilbijartinên parlementoyê serokatiyê jî 3.11.2019ê de çêdibin. Lê ji niha ve helwesta ku partiyên siyasî nîşandidin wek ku dê sibehî hilbijartin çêbibin tevdigerin. Partiyên siyasî kongreyên xwe çêdikin û stratejiya xwe ya hilbijartina kifş dikin. Taybetî AKP û hevkarên AKPê qanûnên ji wanre pêwist ji parlementoyê derbas dikin û li gora wê jî tifaqên hilbijartina çêdikin. AKP ,MHP û BTP blokek ava kirine. Lê hêja li himber vê tu blok din nehatine avakirin.Gotubêja ku dê hilbijartin zûtir pêkwerin gelek di nava siyasetmedaran de tê kirin.AKP xwe ji hilbijartinan re amade dike, hilbijartinên parlementoyê û serokkomariyê bi hevre tênekirin. Erdogan hemû stratejiya xwe li ser bingehê ku cardin wek serokkomar bête hilbijartin daniye. Rastî jî piştî hilbijartina sistema Tirkiye ya îdarî yanî rêxistina dewleta Tirkiye  bi temamî tê guhertin. Bi awayek din dewletek ji nû ve tê avakirin  û cumhuriyeta ku Ataturk û hevalên wî damezirandîn têkdiçe. AKP û Erdogan ji zû de binyata dewletek din avêtine û li gora wê jî xwe ji hilbijartinên serokkomariyê re amade dike.AKP ji bo kongreyê xwe yê giştî pêkbîne ,kongreyên bajara çêdike, Erdogan piraniya kongreyan de amade dibe û peyamên balkêş dide û behsa siyaseta xwe dike û hewldide ku bi hemî awayî rêxistina xwe bêxe atmosfera hilbijartinan de. Kongreyê xwe yê giştî pêşve dan. Ev yek dide xûyakirin ku AKP dikare hilbijartinan jî pêşve bide û pêşwext hilbijartina çêbike.Li himber van çalakiyên AKPê û partiyên din li eniya kurda çi heye? Di rastiya xwe de heta vê gavê tiştek naxweyê. Hinek hewladanên HDPê hebin jî ne gelek cidî ne. HDP aliyên din yê kurda re hevdîtina dike û dixwaze blokek kurdî ava bike. Lê mixabin HDP bi xwe wek partiyel kurdî nadê nasandin, dê çewe bikaribe blokek kurdî ava bike ew jî nayê zanin. HDP di tevgera xwe de ne samimîye. Eger di rastîya xwe de HDP bixwaze blokek kurdî ava bike, divê ji berî her tiştekî xwe wek partiyek siyasî kurdî qebûl bike. Ew partiya kesayetek wek Sezai Temelli hevserok be bila behsa blokek kurdî neke. Di bingehê xwe de HDP hewl dide cardin partiyên din yê siyasî bixapîne. Wek hilbijartinên ji berî niha hatîn kirin.HDP dixwaze partiyên din yên kurd bîne bahev û her pertiyek kesek didu kandîdata ji bo parlementoyê bide nîşandan û siyaseta xwe rêve bibe û di raya giştî de jî bide xûyakirin ku eniyek Kurdî heye. Lê heta vê gavê aliyên din yên siyasî di vê pirsê de tu biryar nedane. Eger di hevkariyekî de nirxên Kurdistanî wek bingeh neyên qebûl kirin û li gora wê blok newin avakirin, her yekitiya çêbe tektîkiye û ji bo xapandina Raya Giştî ya Kurdistanê ye.Başe dema mirov vê yekê dibêje û van rexna dike li himber vê rewşê bedil çîye? Çi alternatif hene.Divê ji berî hertiştekî dema blokek Kurdî werê avakirin , ne li ser bingehehê dabeşkirina kursiyan be. Li ser bingehê destxistina mafê rewa yê kurdan be. Her gava bê avêtin berjewendiyên netewî li pêşbin.Eger HDP îrada xwe ya siyasî bikaribe bi karbîne divê vê yekê eşkere bike û ne hîviya Qendil û Îmrali be. Na eger ev neyê kirin HDP gelek zehmete ku di nava blokek Kurdistanî de cih bigre.Ji bilî HDPê rewşa partiyên din kifşe. Ji bo kurda hertişt ne ewe ku çend parlementera rêbikin parlementoyê, ya giring ewe ku li ser bingehêk destxistina mafên netewî blokek ava bikin û giraniya xwe bidin hilbijartinên herêmî. Bikaribin çend bajarvaniya destbêxin dê serkeftinek mezin be û ji bo pêşerojêî bibe hêviyek ku hêdî kurd dema herin ser sendoqa hilbijartinê , dê bizanibin çi bikin.Hêvî ewe ku aliyên siyasî yên Kurdistanî bikaribin bejewendiyên netewî li ser hertiştekîre bigrin û eniyek niştimanî ji bo hilbijartina va bikin û li gora wê jî tevbigerin. Ev hilbijartin taybetî hilbijartinên herêmî gelekî ji bo Kurda girîngin. Eger blokek niştimanî Kurdistanî bê avakirin muxtabê dewleta Tirk jî bi awayekî derdikeve holê.2.4.2018Nûçe/AnalizRojevakurd 

Back to top button