Civak

Li Tirkiye çi dibe?

Li Tirkiye bûyerên li Stanbulê destpêkirîn gelekî berfireh bûn û li gelek bajarên Tirkiye yên din ji bo pişgiriya xwepêşandanên li Stanbulê xwepêşandan çêbûn.

Xwepêşandana Stanbulê ji bo daxwaziya destkariya parkekî li Teksîmê bû. Lê di cih de daxwazî bû siyasî û hez û aliyên siyasî yên dijê hukumeta Ak Partiyê bi çelakî ketin di nav xwepêşandana. Taybetî partiyên wek CHPê, MHPê û BDPê pişgiriya van xwepêşandana kirin.

Polisan û hêzên asayîşê bi tundî li himberê xwepêşandanan sekinîn. Lê piştî hukumetê dît ku xwepêşandan kete di qalibek siyasî de di cih de çewtiya xwe hesiya û aliyên hukumetê jî helwesta polisan rexne kirin.

Niha li hinek bajaran xwepêşandan berdewam dikin, lê polîs midaxele nake.  Gelek kesan ev bûyer wek provakasyonek li dijê hukumeta Ak Partiyê nirxandin.

Dema mirov li xwepêşandanan dinêre piranî ji aliyê Kemalistan ve têne organîze kirin. Rastî jî bêhna pişgiriya Ergenekonê tê kirin. Taybetî Partiya Karkeran partiya Dogu Perinçek û Çepên Netewî gelek aktîf di van xwepêşandanan de cih digirin.

Ev dikare Tirkiye ber pêvajoyek nû ve bibe. Lê dixweyê hukumet zû bi çewtiya xwe hesiya û rastiya bûyeran fam kir û niha jî li gora vê yekê tedbîra digre.

Gelek nivîskar û rojnemevanan ev bûyer wek bûyera li Misrê meydana Tehrîr nirxandin.

Sureya ji lingê xwe birîndar bû

Destpêka bûyeran ji bo hilkirina çend daran li meydana Teksîmê dû. Parlementerê BDPê Sirri Sureya pêşkêşîya xwepêşandana kir û birîndar jî  bû.

Başe dema bi salan daristanê li Kurdistanê dihatin şewitandin, bi rojan agir berdidan çiyayên Kurdistanê ev hêzên hanê û Sirri Sureya li kûderê bûn.

Îro Kurd divê di kuleka Kurdistanê ve van bûyeran binirxînin. Bê guman kurd divê her demî pişgiriyên daxwaziyên demokrat bikin û demokratbûna ciwakê biparêzin. Lê divê nefsa hesasiyetê ji bo pirsgirêka xwe jî bidin xuyakirin.

Li Tirkiye û Kurdistana Bakur tu bûyerek tuneye ku, Kurd û Kemalist mil bidin hev û bi hevre helwestên hevbeş daynin holê.

Rojevakurd/Analîz

D.J

 

 

Back to top button