Cîhan

Li Tirkiyê Akademiya Îstixbarata Netewî tê avakirin

Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin daxuyanand ku wê li Tirkiyê Akademiya Îstixbarata Netewî bê avakirin. 

Di 97emîn salvegera avakirina Teşkîlata Îstîxbarata Netewî (MİT)ê de Mişteşarê MÎTê Îbrahîm Kalın ragihand ku wê li Tirkiyê Akademiya Îstîxbarata Netewî bê damezirandin.

Bi nimasebeta 97emîn Salvegera Damezrandina MÎTê de çalakî tên lidarxistin.Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin, di çalakiyan de axaftinek kir.

Îbrahîm Kalin got: “Ji bo Tirkiye di teoriya îstîxbaratê de bibe xwedî gotin, ez bi kêfxweşî Akademiya Îstixbarata Netewîradigihînim”.

 Îbrahîm Kalin di axaftina xwe de herweha got: “Em di wê baweriyê de ne ku Tirkiyeyek bi hêz û berxwedêr ji bo aştiya herêmî û cîhanê pêwîst e. Em bi yekparetiya stratejîk tevdigerin û welatê xwe li bejahiyê, li behrê, li hewayê, li fezayê û bi awayekî berxwedêr diparêzin û liberxwe bidin “.

Back to top button