Civak

Li Tirkiye 4 milyon 384 hezar û 591 benaber hene

Wezîrê Navxweyî Alî Yerlîkaya bernameyeka televîzyonî de got: “Hejmara koçberên bi rêkûpêk li Tirkiyeyê 4 milyon û 384 hezar û 591 kes e. “Li Tirkiyê 3 milyon û 92 hezar û 536 penaberên Sûriyê hene.

Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya di weşana zindî ya ku beşdar bû de der barê rojevê de daxuyaniyên balkêş da. Yerlîkaya bi taybetî li ser polîtîkayên koçberiyê yên li Tirkiyeyê nirxandin kirin. Yerlîkaya behsa rewşa koçberên li Tirkiye kir û hêjmara wan bi awê fermî ragihand. Herweha tê zanîn ku gelek penaber li Tirkiye hene ku ne fermîne û hêjmara wan jî bi temamî naye zanîn.

Hejmara koçberên bi rêkûpêk li Tirkiyê
Yerlîkaya ku niha li Tirkiyeyê 4 milyon û 384 hezar û 591 koçberên bi rêkûpêkawayek fermî hene ku 3 milyon û 92 hezar û 536 ji wan Sûriyeyî ne. Wî got ku lêkirina dîwarê li ser sînorê Îranê temam bûye û têkoşîna li dijî qaçaxçîtiya koçberan dê bi biryar berdewam be. Wezîr diyar kir ku Tirkiye stratejiyeke ji bo çareserkirina pirsgirêka koçberiyê di çavkaniyê xwe de dimeşîne û diyar kir ku ew girîngiyê didin têkoşîna li dijî koçberiya neqanûnî û her wiha koçberiya asayî.

Wezîr Yerlîkaya der barê pêkanînên nû yên ku di 19ê Tîrmeha 2023an da li Stenbolê hatin destpêkirin de got ku, bi wesayîtên ku ji bo tesdîqkirina nasnameyan tên bikaranîn 138 hezar û 356 koçberên neqanûnî hatin tesbîtkirin.

Wezîr Yerlîkaya da zanîn ku di vê çarçoveyê de li 1 milyon û 581 hezar û 27 kesan lêpirsîn hatiye vekirin, diyar kir ku têkoşîna li dijî koçberiya bêdestûr wê bênavber bidome.

Back to top button