Li Suriye têkçûna DAÎŞê wek despêka derketina wan xeter e
Rojnama Financial Times di derbarê têkçûna DAÎŞê li Suriye nivîsek belav kir û dibêje: Têkçûna DÎŞê, dê wek derketina wê li Suriye qonaxek xeter didê despêkirin.Rojname dibêje: Bûyerên meha bûrî pêkhatîn nirxandinên pisporan rast derêxist. Ew siyaseta serokê Amerika yê berê Obama destpêkirî niha ji aliyê Trump ve jî tê rêvebirin. Siyaseta wan li Suriye şerê navxwe de tenê li ser têkbirina DAÎŞê hatiye çêkirin. Ev siyasetek teng e.Çekdarên DAÎŞê mecbur bûn xwe şûnve kişandin û ji derê bajaran di hinek herêman de asê mane. Li himber vê yekê jî meha bûrî şerên herî mezin li Suriye rûda û kuştî û birîndarên herî zêde çêbûn.


