Cîhan

Li Suriye şer dijwar dibe

Li Suriye kuştin  berdewam e. Doh hêzên rejima Suriye zêdeyî 100 kesan kuştin û piraniya wan ji bajarê Humsê ne. Herweha hêzên  çêkdarên rejimê li derdora bajarê Şamê operasyonek pêkanîn û gelek kes di vê operasyonê de hatin kuştin.

Li gora revebiriya giştî ya şoreşa Suriye radigihîne di nav kuştiyan de 5 zarok jî hene.

Eve demek bû hinek taxên derdora bajarê Şamê di destê Leşkerên Suriya Azad de bû. Li gora tê ragihandin hêzên rejimê ji bo vegerandina van deverên di destê hêzên opozisyonê de oprasyonek kir û di encam de 25 kes hatine kuştin  ji kuştiyan 19 xelkê sivîlin.

Ajansa fermî ya Suriyê ragihand ku di şerê li gel leşkerên opozisyonê de tevahî 51 leşker û polis hatine kuştin.

Back to top button