CîhanRojev

Li Suriye êrîşê bingehek Amerikî hate kirin

Ajansa nûçeyan ya Reutersê şeva Çarşemê ji devê karbidestên Amerîkî ragihand ku li başûrê Sûrîyê dijî bingeheke leşkerî ya Amerîka êrîşeke hatiye kirin.

Lê, di derbarê kuştî û birîndarên Amerîkî de ti agahî nehatiye eşkere kirin.

Bingeha ku bi navê Tanf tê zanîn, li heremeke stratejîk ya nêzî derîyê sînor yê Tanfê yê Sûrîyê ya bi Îraq û Urdunê re, cîh digire.

Ev bingeh dema ku çekdarên DAIŞ’ê kontrola rojhilatê Sûrîyê ya ser sînorê Îraqê bi dest xist, hatibû damezrandin.

Lê, jiber ku niha çekdarên DAIŞ’ê hatine derxistin, ew wek beşek ji stratejîya Amerîkayê tê dîtin ku gehîştina leşkerî ya Îranê ya li herêmê bide sekinandin.

Karbidestan, ku nexwestin navê xwe eşkere bikin, gotin ku hîn zû ye ku bê gotin ka kî berpirsê êrîşê ye.

Yek ji karbidestan got ku tê bawer kirin ku ev êrîşeke dronî ye.

Tanf, li derveyî bakurê Sûrîyê ya bin kontrola Kurdan, bingeha leşkerî ya herî girîng ya Amerîkî ya li welat e.

Back to top button