Li Suriyê dolapgeriyek nû derket holê
Çewa ku tê zanîn, di van rojên dawiyê de şerekî dijwar li Şama Paytext rûdide. Vê yekê tirseke mezin xistiye dilê hin dewletên hevalbendên Rejîma Sûriyê. Ji ber vê tirsê bûye ku, îşev sersefîrê Rusya, yê Romanya û yê Hindistanê ji Şamê derketine û bi riya Bêrûdê çûne welatên xwe.
Di van rojan de hin dolabgêriyên nûn ên din jî, ji bo Sûriyê têne lolandin û hin hevkar û alîkarên rejîma Be´sa Beşar Esed, dest û zendên xwe pêçane û ketine nava lêgerînekê ka dê çewa karibin sîstema rejîma Beşarî ji ber pêlên şoreşê rizgar bikin. Yek ji wan dolaban jî, çewa ku hatiye bihîztin Derbeyeke leşkerî ye ku wê li desthelatiya Beşar Esed a niha bête kirin. Eger ev yek bi cih were, dê rejîma Be´sê kirasekî din li xwe bike û bi rengekî nû, bi navekî cuda, bi dîtineke nûjen, wê bi dijberan re desthelatiyeke nû li Sûriyê vegire.
Rojeva Kurd