Li Suriye agirbest destpêdike
Îşev ji nîvê şevê pêve li Suriye agirbest tê ragihandin.Agirbest di nava grubên opozisyona Suriye û rejimê de tê ragihandin. DAÎŞ û şerê li dijê DAÎŞê ne di çerçova vê agirbestê de ye.Eve çend rojbûn Rusya û Tirkiye li ser ragihandina agirbestekî li Suriye gotubêj dikiran. Îro serokê Rusya Vlademir Putin da xûyakirin ku, dê li Suriye agirbest bê ragihandin.Herweha wezereta derve ya Tirkiye jî ragihand ku; “ Li Sûriyeyê di navbera hêzên ku şerê hevûdin dikin, li tevitiya welat de, ji 30ê çileya pêşîn demjimêr 00.00ê pê ve agirbest destpêdike.Wek din hate ragihandin ku, komên li gor pîvanên Konseya Ewlehiyê ya Netewiyên Yekbûyî wek terrorist têne naskirin ne di nava çerçova vî agirbestê de ne.Wezareta bergirya Rusya grubên opozisyonê yên di agirbestê de cih digrin eşkere kir: Ev hêzên opozisyonê di agirbestê de cih digrin:Feylekeş Şam, Ahraruş Şam, Ceyşûl İslam, Sukuruş Şam, Ceyşûl Mûcahidin, Ceyş İdlib û Bereyê Şam.Rusya û Tirkiye wek garantorên vê agirbestê çavderiyê dikin.Li vê agirbestê de cihê DYA û welatên Ewropa çiye baş ne zelale. Herweha dê PYD di vê pêvajoyê de wek hêzeê opozisyonê cih bigre yan wek hêzek li tenişta rejimê cih bgre nayê zanîn.Dê rojên li pêşûya me helwesta Amerika ve girêdayî rewşa heyî zelaltir bike. Li gora madya cihanî Amerika û ewropa vê agirbestê erênî dinirxînin û dixwazin di vê pêvajoyê de cihê xwe bigrin.