Civak

Li şûna erzaq û peran, quranê dişînin herêmê

Di vê felaketa erdhejê de mexdûrên reben ketine derdê mal û canê xwe, yên ku zarokên xwe, malbat û xizmên xwe winda kirin, yên ku derbeder û per perîşan li kolanan hewldana jiyanê dikin.

Ecêb e, dinya ji bo alîkarîya mexdûrên erdhejê rabûye ser pîyan, hem erzaq û hem jî diravan dişînin, lê Weqfa Diyaneta Tirkiyê li şûna erzaq û diravan quranê ji mexdûran re dişîne. 

Midûrê Weqfa Diyanetê ya Tirkiyê Îhsan Açik, anî zimên ku wan 15 hezar Quran ji mexdûrên erdhejê re şandine, ev hejmar wê zêde bibe û pirtûkên zarokan yên olî jî di rê de ne. Serokê duyemîn ê Lijneya Îstîxbarata Weqfê Îhsan Açik, wiha got: “Ji herêma erdhejê gelek daxwazên Quranê hatin kirin da ku li ser miriyên goristanê Quranê bixwînin. Me bi lez û bez 15 hezar Quran şandin herêmê. Hê jî çapên nû tên çêkirin”.

 

Açik destnîşan kir ku ew ê pirtûkên zarokan yên bi Quran û naveroka olî zêdetir bişînin herêmê û wiha got: “Hinek pirtûkên me yên zarokan jî gihiştine herêmê. Em hewl didin ku her zarokek xwediyê pirtûkek zarokan be”.

Back to top button