Cîhan

Li Sûdanê 600 zarok ji birçîna mirin

Li gor Meclîsa Netewî ya Lênêrîna Zarokan a Sûdanê, di mehên dawî de 600 zarok ji birçîna mirine. Bi sedan ji van zarokan li herêma Darfur (Sûdana Rojava) û eyaleta Cezîrê (Sûdana Navîn) mirine û di encama lêdana bombe û teqemeniyan de zêdetirî 10 hezar zarok birîndar bûne.

Sekreterê Giştî yê Encumena Niştîmanî ya Lênêrîna Zarokan Abdulkadir Abdullah, bi daxuyaniyekê ji çapemeniyê re got: “Zêdetirî 300 ji du milyon zarokên li herêmên şer rastî binpêkirinan tên, ji ber kêmbûna avê, xwarin, perwerde û tenduristiyê gelek winda ne yan jî hatine revandin”.

Berdevkê Sindoqa Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) li Sûdanê Osman Şeyba jî di hevpeyvînekê de anî zimên ku negihîştina xizmetên bingehîn, derketina nexweşiyan û xirabkirina ewlehiya xwarinê metirsiyeke mezin li ser jiyana bi milyonan zarokan çêkiriye.

Rayedarekî hikûmeta Sûdanê herweha got: “350 zarokên ku ji aliyê artêşê ve hatine girtin tenê li eyaleta Cezîrê bi Hêzên Piştgiriya Lezgîn (HDK) re şer dikin û hevrêziya bi UNICEF û aliyên din re berdewam dike da ku piştî dermankirina derûnî vegerin nava malbatên xwe”.

Artêş û HDK ê ji destpêka şerê Nîsana 2023an û vir ve, bi binpêkirina peymanên mafên mirovan û Peymana Zarokan a Cenevreyê, ku çekdarkirina kesên di bin 18 saliyê de sûcdar dike, hevdu bi revandin û çekdarkirina zarokan sûcdar dikin.  Ev yek bû sedem ku Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên paraztina zarokan zextê li ser aliyên şerker bikin ku zarokan çekdar nekin û berê wan nedin şer.

Qanûna Zarokan a Sûdanê ya sala 2010an beşdarbûn an bikaranîna zarokan di çalakiyên leşkerî de qedexe dike. Di xala yekem a xala 43an a qanûnê de wiha tê gotin: “Di nava hêz û komên çekdar de çekdarkirin, wezîfedarkirin û bikaranîna zarokan qedexe ye”.

Back to top button