Li Stockholm seminera yadkirina Qasimlo
Ev texta gotarêye.
Rêzdar Partiya Demokrat a Kurdistan Îran,
Hevwelatiyên hêja,
Em wek Komîteya Hevkarî di 22emîn salvegera şehîdkirinê de siyasetmedarê navdar, rewşenbîrê mezin Dr. Ebdulrehman Qasimlo bi rêz û rûmet bibîr tînin. Em xebat û têkoşîna Dr. Qasimlo ya hêja wek dewlemendiyeke mêjûyê diparîzin.
Bêguman, bi şehîdkirina Dr. Ebdulrehman Qasimlo neteweyê kurd siyasetmedarekî mezin û rêberekî gelê kurd yê hêja jidest da. Lê dagîrker û dîktator bi şehîdkirina Dr. Qasimlo negihîştine armanca xwe. Têkoşîna miletê kurd ji mafê çarenûsî berdewam e.
Dr. Ebdulrehman Qasimlo ji gelê xwe re xebat û xizmetên giranbiha kirine. Digel vê xebata wî, di qada navnetewî de jî ew wek têkoşer û mamosteyekî demokrasiyê xwediyê cîhekî hêja ye.
Em terorkirina Dr. Ebdulrehman Qasimlo tawanekî li dijî mirovayetiyê dibînin û careke din terorkirina wî bi tundî rûreş dikin. Divê qatilên Dr. Qasimlo û yên hevriyên wî di dadgeha navnetewî de, bi tawanê li dijî mirovayetiyê bihên mahkemekirin û tawanbarkirin.
Komîteya Hevkarî ya Hêzên Siyasî yên Kurd û Kurdistanî ku nûnerayetiya 27 partiyên siyasî yên her çar beşên Kurdistanê dike, bangî hemû hevwelatiyên xwe dike ku ew di roja diyarkirî (22 yê Pûşperê) de, beşdarî çalakiyên rêzgirtin û bibîranîna şehîdkirina Dr. Ebdulrehman Qasimlo, hevriyên wî û hemû şehîdên kurd û Kurdistanê bi rûmet bibîr bibin.
Rêzdaran, em bi yekîtiya neteweyê kurd, bi hevkariya hêz û rêxistinên kurdistanî û bi geşkirina têkoşîna kurdewarî dikarin giyanê şehîdên doza rewa şad bikin.
Em şehîd Dr. Ebdulrehman Qasimlo û hemû şehîdên azadî û demokrasiyê bi rêz û rûmet bibîr tînin.
Bila giyanê wan yê pak şad be, cîhê wan behişt be!
Şehîdên azadî û demokrasiyê nemir in!
Bijî yekîtiya neteweyê kurd!
Bijî kurd û Kurdistan!
Digel rêz û silav
16.07.2011
KOMÎTEYA HEVKARÎ YA HÊZÊN SIYASÎ YÊN KURD Û KURDISTANÎ LI SWÊDÊ