Cîhan
Li Stanbulê êrîşek çekdarî
Li Stanbulê jinek û mêrek bi çekan êrîş birin ser avahiya Asayişa Stanbulê.
Li gora agahdariyên ku rayadarên Tirk didin her du kes bombe xweve girêdabûn dixwestin di nava avahiyê de xwe biteqînin.
Dema ev her du kes nêzikî avahiyê bûne di nava wan û polîsan de şer derket û jin di şerde jiyana xwe ji dest da û herweha li gora agahdariyan zilam jî birîndar bûye û reviyaye.
Niha Stanbulê operasyonek berfireh tê kirin. Ihtimalek mezin pêwendî çalakiya îro û ya doh ku dozerek hatibû kuştin de heye.