Cîhan

Li Stanbulê çend êrîşên çekdarî

Li Stanbulê hinek kesên nenas roketek avêtin avahiya asayişê û roket li dîwarê avahiyê ket .Lê kesek nebû qurbani.Herweha piştê vê bûyerê demekî cardin li Stanbulê bi roketekî êrîşê avahiya AKPê kirin .Roket ket nava xani de, lê tu xûsara canî çênebû.Piştî van herdu bûyeran polisan li Stanbulê operasyonek gelek berfireh kirin û gelek kes binçav kirin . Li gora agahdariyên berpirsên polisa rêxistina çepên Tirk THKP-C (Eniya, partiya Rizgariya gel aTirkiye) ev çalaki kiriye.Herweha cardin li Esentepa Stanbulê, kesekî bi çekên giran êrîşê otomobilek ya polisa kir. Lê kesek nehat kuştin û birîndarkirin. Piştî bûyera polisa çanteyak ku tê de narincok û çek hayî dît.Heta niha li hinek taxê Stanbulê operasyon berdewame.

Back to top button