Li Stanbulê bi çekan êrîşê Konsulusxaneya Iraqê kirin!
Wezareta Derve ya Iraqê ragihand, ku Konsulxaneya Iraqê ya li Stenbolê rastî êrişa çekdarên nenas hatiye.
Hat ragihandin ku di bûyerê de kuştî û birîndar çênebûne, êrîşkar bi motorsîkletê ji cihê bûyerê reviyan.
Di daxuyaniya wezaretê de hat gotin, “Roja Înê saet derdora 21.00’an de ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve bi motorsîkletan êrîşeke çekdarî li avahiya konsolosxaneyê hat kirin. Êrîşkaran çeka kalaşnîkov bikar anîn û beriya ku ji cihê bûyerê birevin, 8 gule berdan pêşiya avahiyê.”
Hêzên ewlehiyê li cihê bûyerê dest bi lêkolînê kirin
Li gorî daxuyaniyê, piştî bûyerê yekser Konsulê Giştî û rayedarên konsulxaneya Iraqê çûne cihê bûyerê û lêkolîn kirine. Hêzên ewlehiyê kolana derdora konsolosxaneyê jî ji trafîkê re girtin û dest bi xebatên komkirina delîlan kirin.
Di daxuyaniya wezaretê de hat destnîşankirin ku divê tedbîrên parastina nûnertiyên dîplomatîk li gorî peymanên navneteweyî bên zêdekirin.
Li gorî daxuyaniyê, wan tekezî li ser wê yekê kir ku ji bo dîtina encamderên wê êrîşê bi rayedarên Tirkiyê re di peywendiyeke nêzîk de ne û spasiya rayedarên Tirkiyê jî kirin ji bo bersivdana bilez û tedbîrên ewlehiyê yên wan.