Cîhan

Li Stanbolê êrîşa çekdarî

Li avahiya Dadweriya Çaglayan a Stanbolê, li dijî qereqola polîsan êrîşa çekdarî pêk hat. Piştî êrîşê li cihê bûyerê pevçûn derket. 2 êrîşkar 1 jin û 1 zilam hatin kuştin û 3 jê polîs 5 kes jî birîndar bûn. Di êrîşa çekdarî de sivîlek jî jiyana xwe ji dest da.

Daxûyaniya ewil di derbarê bûyerê de ji Wezîrê Navxwe Ali Yerlikaya hat. Yelikaya dibêje:

“Îro demjimêr di 11.46an de hewl hat dayîn ku êrîşî nuqteya kontrolê ya li ber Deriyê C yê Edliyeya Stenbolê ya Çaglayanê bikin. 2 êrîşkar 1 jin û 1 mêr bi mirî hatin girtin. 5 kes birîndar bûn.. Di nav birîndaran de 3 kes polisin. Ez polîsên me pîroz dikim. Ji birîndarên me re şîfayê dixwazim. Em ê geşedanan bi raya giştî re parve bikin.”

Yelîkaya nasnameya kesên êrîşpêkanîn jî eşkere kir û got: ” Hat tesbîtkirin ku xayînên bi navê E.Y û P.B endamên DHKP/Cya rêxistina terorê ne.”



Balkêş e ?
Close
Back to top button