CivakRojev

Li Şingalê çekdarên êzidî ji PKKê vediqetin û dikevin nava PDKê de

Berpirsekî liqa 17 ya PDKê li Şingalê ragihand, gelek xortên êzîdî ji YPŞ û asayişa Êzîdxanê yên girêdayî PKKê cuda bûn û xwe gihandin liqa 17 ya PDKê.

Berpirsê ofîsa rewşenbîrî û medyayî ya liqa 17 ya PDKê li Şingalê, idrîs Zozanî ji BasNewsê re got, gelek xortên êzîdî yên ku derveyî îradeya xwe bibûn çekdarên PKKê li Şingalê, ji hêzên PKKê cuda bûn û xwe gihandin liqa 17 ya PDKê.

Wî berpirsê PDKê her wiha got, piştî hilbijartinên giştî yên Iraqê gelek tişt zelal bûn. Xelkê Şingalê dengên xwe dan PDKê û kandîdên wê serkeftinek mezin bi dest xistin. Bo her kesî derket ku tenê PDK li Şingalê xwedî derdikeve û berdewam xizmeta xelkê Şingalê dike. Ji ber wê jî xortên ku li nav PKK û YPŞê de bûn, vegeriyan himêza PDKê.

Bi gotina wî berpirsê PDKê, piştî hilbijartinan gelek çekdar û endamên hêzên ne qanûnî yên PKKê, bê bawer bûne li hember wan û berdewam ji wan cuda dibin û berê xwe didin PDKê.

Back to top button