CivakPolîtîk

Li Silêmaniyê Goran kiryara YNKê qebûl nake

Endamekî Encûmena Parêzgeha Silêmaniyê ser bi firekesyona Gorran amaje bi wê yekê kir, heger di demek nêzîk de posta parêzgarê Silêmaniyê yek alî nebe, Gorran dê helwêstek tund bigre. Serokê Komîteya Wize û Samanên Xwezayî di encûmean parêzgeha Silêmaniyê Xalib Mihemed ji BasNews re ragehand: “Posta parêzgarê kirin mijarekî siyasî, jiber wezîrê navxwe ser bi Partiya Demokrata Kurdisrtanê (PDK) ye û axaftinên ku wî kirine ne yasayî ne, em hîna li ser hewlwêst û siyaseta xwe ya berê ne.” Na vborî ragehand ku, divê posta parêzgarê silêmaniyê bi şêweyekî yasayî radestî Gorranê bikin û got: “Heger di demek nêzîk de ev mijar ywkalî nebe wê Gorran hewlwêstek tund bigre.” Herwiha diyarkir: “Çima divê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) vê postê yekalî bike, jiber me ev post li ser sêniyek zêr radestî YNKê kir, wan heyamê du salan ew post birêvebirin, lewma divê YNKê jî bi heman şêwe wê postê deyne ser sêniyek zêr û radestî me bike.” Ev yek jî piştî wê yekê tê ku, Heval ebû Bekir bêyî hebûna Mersûmê Herêmî li posta parêzgarê Silêmaniyê hatiye destnîşan kirin, wezareta navxwe jî ragehand ku ew dê li ti kesî pêwendiyê nekin bi tenê heger Aso Ferîdûn nebe jiber ew bi mersûmê herêmî bûye parêzgarê silêmaniyê . Îmad Bîlal/Bas

Back to top button