Civak
Li Sêrtê guman li ser hebûna Corona heye

Li bajarê Sêrtê yê Bakûrê Kurdistanê ji nexweşek gumana nexweşiya virusa Corona tê kirin.
Li gor zanyariyên ku rojnameyên bajarê Sêrtê ve hatiye ragihandin, nexweşek ku ji bo tayê serdana nexweşxaneyeke taybet kiribû, nexweşxaneya taybet jî ji tirsa virusa Corona wî nexweşî radestî nexweşxaneya dewletê kiriye.
Her wiha hatiye ragihandin ku nexweş li wir xistine bin çavdêriya pizîşkan û mînak ji nexweş wergirtine û şandine Wezareta Tendirustiya li Enqerê û li benda zanyariyan mane. Li gor zanyariyan Wezareta Tendûristiya tirkiye biryara dawî dê heta dû rojên din eşkere bike.