Polîtîk
Li Şeredariya Sêrtê Kayum hate tayin kirin
Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê qeyûm danî ser Şaredariya Sêrtê.
Dadgeha 5emîn a Cezayê Giran a Amedê, doh bi hinceta “endamdiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Hevseroka Şaredariya Sêrtê Sofya Alagaşê birî.
Sofya Alagaş li Dadgeha 5emîn a Cezayê Giran a Amedê ji ber xebatên rojnamegeriyê dihat darizandin.
Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê jî ragihand ku Parêzgarê Sêrtê Kemal Kizilkaya bûye qeyûm.
Şaredariya Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê di destê DEM Partiyê de bû.
Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê piştî hilbijartinên 31ê Adara 2024an qeyûm danîne ser şaredariyên DEM Partiyê yên Colemêrg, Mêrdîn, Êlih, Dêrsim, Xelfetî, Akdenîz, Miks û Sêrtê.