Nivîsar

Li ser zarokan siyasetê nekin

Selahatin Demirtaş di derbarê malbatên ku li himber Bajarvaniya Diyarbekirê greva rûniştinê dikin û doza zarokên xwe ji PKKê dikin daxuyaniyek da.

Demirtaş di daxuyaniya xwe de dibêje: MITê pere dane van malbatan  ji bo ku xwepêşandanan bikin û doza zarokên xwe bikin.

Selahattin Demirtaş ji berî çend rojan li bajarvaniya Diyarbekir li gel van malbatan civînek kir û soz da wan ji bo zarokên wan li gel Qendîlê pêwendiyê deynê .

Lê piştre jî ev daxuyaniya ku ew bi xwe baweriyê lê nayne dide. Demirtaş baş dizane ku ev zarok ji aliyê PKKê ve birine serê çîyan.

Başe rayedarên dewleta Tirkan jî ji bo zarokên li kolanan kevir davêtin polisan digotin: BDP pera dide van zarokan û wan dertêxe kolanan.

Niha çi cewazî di navbera daxuyaniya Demirtaş û rayadarên Tirkan de heye?

Ji berî niha bisalane malbat diçin ber deriyê dezgehên dewleta Tirk doza zarokên xwe dikin. Malbat ji dewletê dixwazin akîbeta zarokên wan ji wan re bêjin.

 

Malbat doza zarokên xwe dikin

Lê îro malbat li Diyarbekir ne li ber deriyê waliyê Diyarbekir , belê li ber deriyê bajarvaniya Diyarbekirin.

Seroka bajarvaniya Diyarbekir wek diyek wek jinek ji bo çi rojekî li van diyan nesekinî guh neda derdê wan.

Dema rojnemevanek Tirk behsa keça Gulten xanimê kir  di cihde rabû ser piya. Nabe.. eger zarokên we can bin  yên xelkê ne bacanin.

Piraniya malbatên van zarokan BDP yîne. Dengê xwe dane BDP. Demirtaş bi wan dengan li Enqereye û Kişanak bi wan dengan li bajarvaniya Diyarbekire.

Gelo ji bo çi ev rastî naye dîtin..????

 

N.Firat/Rojevakurd

 

Back to top button