Li ser yekirina pêşmerge di nav YNKê de şeredev
Şêx Cefer Mistefa endamê serkirdayetiya Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û wezîrê berê yê pêşmergeyê Kurdistanê di hevpeyvîneke xwe de digel rojnameta Hawelatî bersiva daxuyaniyên Mela Bextiyar berpirsê polîtbûroya YNKê, yên li dor reorganîzekirina hêzên pêşmergeyê Kurdista û biniştimnaîkirina hêzên pêşmerge dide û dibêje:
– Em piştgirî û piştevaniyê li pirojeyê cenabê serokê herêma Kurdistanê dikin. Me, hikûmet, parlamento û serokatiya herêmê heye û ji ber hindê nabe tu tişt li derveyî qanûn û nîzamê be. Hêzên pêşmerge jî yek ji wan hêzaneye ku divê yekbigire û bibe xwediyê arteşeke pirçek û amadekirî. Çênabe partiyan hêzên xwe yên taybet hebin.
Berî heyamekî serokê Kurdistanê nameyek ji wezareta pêşmerge re hinartibû û daxwaz ji wezaretê kiribû hêzên pêşmerge yekbixe û biniştimanî bike. Piştî vê nameya serok Barzanî, Mela Bextiya berpirsê desteya kargêriya polîtbûroya YNKê got kes nikare şertan bi ser YNKê de feriz bike û YNK pirojeyekî yekterefî qebûl nake.
Li dor van gotinên Mela Bextiyar, Şêx Cafer Mistefa dibêje ku, pirsa yekirina hêzên pêşmerge neferizkirina şertane bi ser YNKê de, rêkeftin di navbera Celal Talebanî sekreterê giştiyê YNKê û Mesûd Barzanî serokê PDKê de heye û wan berê biryar li ser yekirina hêzên pêşmerge daye û her kesek daxuyaniyekê dijî yekirina pêşmerge bide ew li dijî biryar û fermanên mam Celal diaxive û ev yek jî nayê qebûl kirin.