Piştî ku Serokerkanê Artêşa îranê Muhammed Bakıri cara duyem zirt û gef li Hikûmeta Iraqê kir, Hikûmeta Iraqê biryar da ku li ser sînorên Herêma Kurdistanê baregehên nû ava bike û rê li hêzên çekdar û qaçaxçîyan bigire.
Ev biryar tê wateya qutkirina têkilîyên navbera Kurdên Bakur, Başûr û Rojhilat jî. Her çiqasî ev baregeh ji bo rêgirtina hêzên çekdar bên avakirin jî, wê bandorê li têkilî û dan û stendinên Kurdên sivîl jî bike.Ji alîyê din, wê ev baregeh ji alîyên kê ve bên paraztin nayê zanîn. Heger ji alîyê pêşmergeyên Kurdistanê ve bên paraztin belkî zêde xelk pê aciz nebe û bi erênî bê pejirandin. Lê ku di sînorên Kurdistanê de ev baregeh ji alî leşkirên artêşa Iraqê ve bên paraztin, ev tê wateya binpêkirina sînorên Herêma Kurdistanê û di pêşerojê de amadekarîyek ji bo dagîrkirina Herêma Kurdistanê.
Civata wezîrên Iraqê bi serokatîya serokwezîr Mihemed Şîa es-Sudanî civîna xwe ya heftane li dar xist. Li gor nûçeya Ajansa Nûçeyan a Iraqê (INA), di civînê de rewşa welêt hat gotûbêjkirin û pêşbînîyên bernameya hikûmetê hatin gotûbêjkirin. Li gor nûçeyê, civata wezîran biryar daye ku 10 milyar dînar ji bo hêzên pasevanên ser bi Wezareta Navxwe ve bê terxan kirin, daku qereqol û baregeh li ser sînorên di navbera Herêma Kurdistanê, Tirkîye û Îranê bên avakirin. Her çiqasî sedemek ji avakirina qereqolên nû PKK û çalakîyên wê bin jî, sedema mezintir PDK-Îran û şerê wê yê li dijî dewleta Îranê ye.
Bi avakirina qereqolên nû tê xwestin ku PDK-Îran hew karibe li Herêma Kurdistanê bisitire û di şerê li dijî Îranê de lawaz bibe. Ev yek wê derbeyekê li têkilîyên Kurdên her du beşan bide û wê Herêma Kurdistanê êdî wek berê ji wan re nebe starek ewle.