Polîtîk
Li ser rêya qereqolê mayîn teqiya: 2 mirin
Li Dêrsimê mayîn teqiya, 2 kesa jiyana xwe wenda kir. Li Dêrsimê, di navbera Dêrsim û Ovacikê, wesaîteke sivîl a ku diçû qereqola Torunobaya Jêr, dem li ser rê derbas dibû, mayîn teqiya. Di encama teqîma mayînê de di kesên di wesaîtê de jiyana xwe ji dest dan. Di wesaîta ku rasta teqîn mayînê hatiye de nayê zanîn ku kî hebûne.
Buyer, îro seet di derdorê 18.00 an de pêk hatiye. Li ser rêya Dêrsim û navçeya Dêrsimê Ovacikê, di kîlometreya 40. de teqîn qewimiye. Mayîna ku berê hatiye bicîh kirin, dema wesaît derbas dibe, ji dûrve tê teqandin. kesên di wesaîtê de nayên zanîn û hejmara wan jî ne diyar e. Li cîhê ku teqîn pêk hatiye, kortek çêbûye û wesaît jî perçe bûye.
Piştî bûyerê, bi helîkopteran leşker daxistine cîhê bûyerê.