Polîtîk

Li ser maseyê 6 partiyan de çareseriya HDPê wek ya MHPê ye!

Maseyê ku 6 partî li ser rûdinin, ji bo dengên HDPê di hilbijartinên serokkomariyê de ber bi xwe ve bînin, li formûla digerin. Herî dawî tê gotin ku, MHP çewe di nava Tifaqa Cumhur de cih digire ,HDP jî dikare bi wî awayî di nava Tifaqa Millet de cih bigre. MHP bi hemû awayî pişgiriya hukumeta AK Partiyê û Erdogan dike, lê tu wezîrên MHPê di hukumetê de tuneye tenê gelek pirsan de dîtina MHP tê wergirtin.

Ger lihevkirinek li ser proseya veguhêz û siyasetên bingehîn çêbibe dê di mehên yekem ên sala bê de pêvajoya diyarkirina namzedê hevbeş yê serokomariyê dest pê bike. Namzedê ku were diyarkirin tê çaverêkirin ku ji partiyên din ên siyasî yên ku di maseya şeşan de cih nagirin pişgiriyê bigire.

Di vê pêvajoyê de hevdîtina bi HDP’ê re jî ku gotibû ew dixwazin namzetê hevpar ê Serokkomariyê muzakere bikin, ji ber rêjeya dengan jî girîng e. Ger namzedê serokomariyê di sibat an adarê de were eşkere kirin, dê hatinçûna ji bo  têkilî bi partiyên din re dest pê bike. Ji ber vê yekê, Maseya Şeş a ku soza “rêveberiya hevpar” dide û “Nexşeya Rêya Pêvajoya Veguhêz” dimeşîne, dê çawa bike ku berbijêrê destnîşan bike pişgiriyê ji HDPê werbigire. Eger berbijêrê ku 6 kolî destnîşan bike û HDP jî pişgiriyê bike, tê wateya ku dê HDP jî di nava “rêveberiya hevpar” de cih bigre?

 Nûnerên partiyên di 6 koliyê de cig digrin bersiva  ne erênî didin vê pirsê. Rayedarekî bal kişand ser pêkanîna daxwazên di deklarasyona ku HDPê ragihandî ku, têde mercên pişgiriya berbijêrê serokkariyê hatiye kifşkirin. HDP jî behsa berbijerekî hevbeş dike. Eger di çerçoveya deklarasyona HDPê de gav bê avêtin dê HDP pişgiriyê bike.

Ev rayadar dibêje ku,eger HDP biryara piştgiriyê bide namzetê hevpar, wê di rêveberiya hevpar a ku di hilbijartinan de bi ser bikeve bê avakirin de cih nagire. Wezaret nayê dayîn. Çeweku MHP di nava tifaqa Cumhur de ye, dê HDP jî bi wî awayî weke MHP’ê di nava Tifaqa Gel de be. MHP ne xwedî wezîr e, ne xwedî mekanîzmayek di desteya rêveberiyê de ye, lê nêrîna wê di biryarên siyasî de tê xwestin.

Back to top button