Polîtîk
Li ser dozgerê berê 150 kg eroîn hate girtin
Li bajarê Tirkiyê li Duzceyê, di bagaja tirimbêla dozgerê berê A.K. de, di nav 6 bawulan de 150 kîlogram eroîn derket. Di tirimbêla ku li ser ixbarekê hatiye şopandin û li mewkîya Kaynaşliyê a rêya TEMê hatiyê rawestandin de, dozgerê berê A.K. hebû. Dema bagaja dozgerê berê hate venêrîn, encama ku derkete holê herkes di nav şaşiyê de hîşt. Di encama venêrînê de 150 kîlogram eroîn hate girtin. Li ser vê, dozgerê berê hate binçavkirin.
Li gorî agahiyên bidestketine, dozgerê berê A.K. di sala 1986 an de ji peywira dozgeriyê îstifa kiriye.