Parlementerên ku bi hinek tawanan tşn tawanbarkirin, ji parlementoya daxwaz kirin ku parşzbendiya wan rakin, da ku ew derkevin li himberş dadgehş ê bşne darizandin.
Seroka Parlamentoya Kurdistanê parezbendî li ser 3 parlamenteran rakir û ew parlamenter jî dibêjin, ew amade ne biçin pêş dadgehê.
Parêzbendiya parlamenterê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Behmen Kake Ebdullah û parlamenterên Goranê Elî Heme Salih û Daban Mihemed ji aliyê Seroka Parlamentoyê ve hat rakirin.
Parlamenterê fraksyiona PDKê Behmen Kake Ebdullah ji Rûdawê re ragihand, li ser daxwaza wî seroka parlamentoyê parêzbendî li ser wî rakiriye ji bo “li dadgehê amade bim derbarê wan tometên arasteyî min hatine kirin.”
Di xwepêşandanên sala 2015an de Kelar, gencek li ber baregeha PDKê hat kuştin ku wê demê Behmen Kake Ebdullah berpirsê navçeyê bû. Her çiqas Ebdullah dibêje, ew dema bûyerê li baregehê nebû, lê kesûkarên wî kesê hatiye kuştin skala li ser Ebdullah tomar kiriye, wek berpirsê navçeyê lê ne wek bikuj. Heta niha jî bikuj jî nediyar e.
Rakirina parêzbendiya li ser parlamenterên Goranê Elî Heme Salih û Daban Mihemed jî li ser daxwaza Dadgeha Pêncwîn û îdareya deriyê sînorî yê Bşmax bû.
Daban Mihemed ji Rûdawê re ragihand, “Ji me re hatiye ragihandin ku parêzbeniya me hatiye rakirinû ev jî li ser daxwaza me bi xwe bû û em amade ne hemû belgeyan bidin dadgehê.”
Roja 28/11/2020, Elî Heme Salih û Daban Mihemed, li tora civakî ya Facebook postek derbarê “qaçaxcetiyê” li deriyê sînorî yê Başmax belav kirin û nivîsîn, “Qaçaxcetiya desthilatdaran li Başmax bi şêweyekî metirsîdar zêde bûye. Rê nadin barhilgiriên Kurdan ti barekê daxilî Kurdistanê bikin (nêzikî 1000 barhilgir) û armanc jî ew e zanyariyan aşkere nekin.”
Dadgeha qezaya Pêncwîn jî bi nivîseke fermî ku bo Parlamentoya Kurdistanê şand, daxwaz kir parêzbendî li ser herdu parlamenterên Goran Elî Heme Salih û Daban Mihemed bê rakirin, bi mebesta dadgehîkirina li gor maddeya 433 ya yasa ceza a Iraqê bi tometa reşkirinê.
Wan herdu parlamenteran amaje bi wê jî kiribûn, “Niha her tiştek her tiştek gumriga wê giran an jî qedexe be, bi qaçaxî tê.”
Di vê xula parlamentiyê de ev duyem car e mijara rakirina parêzbendiya parlamenteran dibe rojev.
Roja 7ê Gulana 2020, bi dengê 57 parlamenteran parêzbendiya Soran Omer ku wê demê endamê fraksiyona Komelea Îslamî bû li parlamentoya Kurdistanê, hatibû rakirin. Lê roja 15ê Hezîranê Parlamentoya Kurdistanê ew biryar hilweşand. Wezîrê Dadê yê Herêma Kurdistanê Firset Ehmed jî ew biryara Seroka Parlamentoyê Rêwaz Fayeq, wek berevajî “rêsaya pilebendiya yasayê” binav kiribû û gotibû di rojnameya fermî de nayê belavkirin.
Parlamenter Soran Omer roja 15/07/2020 destjikarberdana xwe ji fraksiyona Komela Îslamî pêşkêşî parlamentoyê kiribû.