Pîştî di navbera xwepêşandanên alîgirên Sedir û (li gora gotina wan ) û milisên Heşda Şeibî de şer derket li dijî xwepêşanderan çek hatin bi karanîn xwepêşenderan jî dest avêt çek û şerê kolana destpêkir. Ji bo vemirandina agirê li Iraqê pêketî gelek aliyan û di serî de serokwezîrê Iraqê Kazimî arîkarî ji Sedir xwestin.
Îro Sedir daxûyaniyek da û got ku, divê nava demjimêrekî de xwepşender vegerin malên xwe û dawiyê li çalakiyên xwe bînin.Eger vê nekin tu pêwendiya min Tevgera sedir re jî namîne.
Li ser banga Sedir xwepêşandan dawî hatin û gelek ji xwepeşendaran çûn şîna hevalên xwe yên hatîn kuştin. Niha xwepêşandan neman.Lê pêvajoyek nû li pêşiya Iraqêye û dixweyê hêdî ev pêvajo wek ku niha heyî nameşe.