Li ser Botanê êdî paraşut difirin
Doh li bajarê Sêrtê ji ser Gira Dêr berev Newala Botan ve cara yekeme ku werzîşa Kepir(Paraşut)ê hate kirin.
Parêzgerê Sêrtê bi Keprê li ser gira Dêra newala Botan firiya û Parêzger got: “Li ser newala Botan û gelek newalên din, emê li ser asîmana Sêrtê tama azadiyê derxin.”
Werzîşa ku ji aliyê Saziya Hewayiya Tirk ya leqa Sêrtê û Zanîngeha Sêrtê ve hatibû sazkirin, xulên fêrbûna werzîşa keprê li zanîngeha Sêrtê bi rêwresmeke hate destpêkirin. Piştî rêwresmê li devera gira Dêrê Parêzgerê Sêrtê Ahmet Aydın axivî û got: “Eve yekem care ezê bifirim, ji bo wê yekê jî gelek bi dilgerm û heyecanim. Eve çalakiyeke xweşike, hêvîdarim bi van çalakiyan em bikaribin xweşikiya bajarê Sêrtê bidin naskirin”.
Piştî axaftinê parêzgerê Sêrtê Aydın li gel mamosteyê xula fêrbûnê ji gira Derê berev newala Botanê ve firî.