Li ser bingeheke netewî û Kurdistanî,hevkarîyeke netewî pêwîst e
Meclîsa PAKê li Amedê Civîya
Meclîsa PAKê(Partîya Azadîya Kurdistanê) di 12-13yê Adarê de civîna xwe ya 6emîn li Amedê lidarxist. Civîn, di bin serokatîya Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik de pêkhat.Civînê bi rêzgirtina şehîdên Kurdistanê destpêkir. Paşê Mustafa Özçelikbi rojeva ku ji alîyê meclîsê ve hatibû qebûl kirin dest bi civînê kir.Mustafa Özçelik piştî vekirina civînê, biryarên di civîna meclîsa PAKê ya sê meh berê de hatibûn stendin xwend. Her weha xebat û çalakîyên sê mehên dawîyê, performansa rêxistinên partîyê yên di bicîhanîna biryaran de pêşkêşî endamên meclîsê kir. Ji ber performansa ku rêxistinên Partîyê nîşandane PAK di têgeha raya giştî de cîhekî xwe yê taybet he ye. Ev yek jî erkên nû datîne ser milê PAKê û her PAKîyekî.Mustafa Özçelik got“PAK, her dema ku li gorî armancên xwe tevbigere,dê ji alîyê gel ve eleqeyeke mezintir bibîne. PAK çi bi karên xwe yên li Kurdistanêû Tirkîyê û çi jî yên li Ewrûpayê, dîyar dike , rû bi rûyî germahîyeke ku ji hêvîyên me zêdetirdibe. PAKê hem di warê peywendîyên girseyî de û hem jî ji alîyê rêzanîyê ve, êdî di têkoşîna Kurdistanî de cîhekî ku nikare were paşçav kirin, bidest xistîye. Divê em bi hesasîyet û cidîyeteke mezin xwedî li karê xwe derkevin, bi berpirsîyarîyeke mezin û tempoyeke pêwîst ji bo azadîya gelê xwe tevbigerin.”MustafaÖzçelik, di dawîya axaftina xwe de, bi giştî PAKîyan û bi taybetî rêxistina PAKê ya Amedê, ji ber hevkarîya ku li mexdûrên SÛRê hatîye nîşandanê, pîroz kir. PAKê heta nuha alîkarî gîhandîye 2000 malbatan.Mustafa Özçelik got, heta nuha alîkarîyên PAKê hem helwesteke sîyasî bû, hem jî jibo xwedî lê derketina gelê me bû. Di rewşên normal de alîkarîyên bi vî rengî, ne karê partîyên sîyasî ne, lê rewşa ku welatê me îro lê rû bi rû bûye, wazîfeyeke pêwist bû ku PAK pê rabe.Lê vê tecrûbeyê, pêwistîya avakirina dezhegeke mayinde ya xêrxwazîyêkir rojeva me . Mustafa Özçelik, dubare sipasîya hemûdezgeh, karsaz û kesên xêrxwaz ku piştgirî dane kampanyaya PAKê kir.Meclîsa Partîyê ya PAKê, di çarçoveya rojevê de, bi dirêjahîya du rojan û gengeşîyeke bi sewîye û hûrgilî rojeva Kurdistanêû bi wê ve girêdayî ya PAKê nirxand.Meclîsa Partîya PAKê, li ser pêvajoyê ev tesbît kirin:–Ew şerê di navbera Dewleta Tirk û PKKê de tê meşandin, wê nikaribe tu pirsgirêkan çareser bike.Divê Dewleta Tirk bizanibe û bibîne ku sîyaseta şidetê sîyaseteke berhewa ye û bêencamîyên wê dê wekîgelek carên berê be. Her mirovekî ku tê kuştin, her malek ku dirûxe, her sloganeke nîjadperestî ku li ser dîwaran têne nivîsandin, marşên nîjadperestî yên ku ji panzêrênpolîsan bilind dibin, di şiûra gelê Kurdistanê de birînên kûr vedike. Herweha ev siyasata dê îhtîmala rêyên aştîyane jî bixe bin xeterîyê de. Divê Dewleta Tirk zûtirîn dem van êrîşên xwe rawestîne û bi rêyên dîyalogê, dest bi çareserîyeke sîyasî bike.–Divê PKK jî dest ji vê sîyaseta xwe ya şaş ya şerî berde. Di van şerdên heyî de, di nav bajarên Kurdistanê de şer bêyî malwêranîyê û xurtkirina destê dewletê tu encamê nayne.Ev çend mehên vê dawîyê bê teredut şaşitîya vê siyaseta PKKê îspat kirîye.–Komkujî û êrîşên li ser sivîlan ji alîyê kê ve tê kirin bila were kirin, sûcê li dijî mirovahîyê ye. Bi taybetî jî her cûre êrîşên li ser navê doza biheq û meşrû ya azadîya Kurdistanê li sivîlan têne kirin, nayên qebûl kirin. Êrîşên bi vî rengî zerarê dide doza me,dide gel û welatê me.–Eşkere ye ku li Bakurê Kurdistanê li ser bingeheke netewî û Kurdistanî,hevkarîyeke netewî pêwîst e. Girînge ku hemû alîyên kurd, li gel hemûferqîyetên xwe jî, di nav danûstandinan û dîyalogan de bin, di pêngavên piçûk da be jî divê rêya dîyalogan li hevdu negirin. Lê, hevkarî û tifaq divêli ser esasêprensîban bê avakirin. Bingeha tifaqeke netewî hebûna miletê Kurd e, hebûna Kurdistanê ye, rêzlêgirtina di navbera hêzên sîyasî ye, parastina statuyekê jibo Kurdistanê ye.Em girîngîyê didin hevkarîya di navbera her 6 partî û tevgerên bakurê Kurdistanê ku PAK jî têde ye.Lê jibo ku ev hevkarî hîna berfirehtir bibe û jibo êdî bibe tifaqeke mayinde û bi bername, divê hemû alîyên hevkarîyê di gelek warên bingehîn de xwe zelal bikin. Hevkarîyeke zelaldikare bingehatifaqeke saxlem û kamil bihûne.–Meclîsa Partîya me sîyaseta xwe ya jibo di nav refên partîyekê de yekkirinapotansîyela azadîxwaz û demokrat a Kurdistanî, careke din teyîd kir. Û dîyar kir ku PAK amade ye jibo hemû hewlên di vê derbarê de.–Meclîsa Partîya me nirxeke mezin dide helwesta Serokê Herêma Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî ya di derbarê referandûma serxwebûnê de.Serxwebûn êdî ne bes rêyeke çareserîya sîyasî ye, di eslê xwe de, îro bûye pêwîstîyeke jîyanê ya jibo çareserkirina pirsgirêkên başûrê Kurdistanê û hemwelatîyên wê. Em wek PAK bangî hemû hêzên siyasî yên başûr û yên perçeyên dikin ku, bi hemû hêza xwe, em piştgirîya serxwebûna Başûrê Kurdistanê bikin.–Meclîsa Partîya mecareke din bal kişand ser birêxistin kirin û yek kirina hêzên eskerî, sîyasî, aborî yên TEVDEM, ENKS û partîyêndin yênrojavayê Kurdistanê. PAK bangî hemû alîyên sîyasîû pêkhateyên civakî, etnîkî û olî û mezhebî yên rojavayê Kurdistanê dike ku, federalîyeke li ser esasê qebûl kirina miletê Kurd, qebûl kirina Kurdistanê û qebûl kirina azadîya gelê me û sitatuya Kurdistanê,îdareyeke hevbeş ava bikin û yekrêzîya xwe pêk bînin.–Meclîsa Partîya me, bal kişand ser têkilîyên Îranê yên navneteweyî yên nû û li hember vêya li Rojhilatê Kurdistanê pêwistî bi têkoşîneke bi hêz, bi yekîtîya hêzên netewî yên demokrat heye. Tifaqeke weha wê bikaribe têkoşîna azadîya gelê me yê li Rojhilatê Kurdistanê bighîne asteke pêdivî pê heye.— Meclîsa Partîya me teqîd kir ku, xwe gîhandina potansîyela gênc û jinan karekî esasî yê partîya me ye. Herweha divê di nav hemû rêveberîyên partîyê de, gênc û jin roleke esasî bilihîzin. Jibo pêşde birina xebata jinan, nûnerên jin yên rêxistinên PAKê li Amedê civîyan û Komîsyona Jinan ya PAKê ya nû ava kirin. Herweha jibo Komîsyoneke Navendî ya nû ya gêncan bê ava kirin jî biryarên pêwîst hatin sitendin.— Meclîsa Partîya me, ji bo amadekirina Kongreya me ya yekemîn û ji bo birêxistinîkirina karê sê mehên pêşîya me hin biryar girt û bi moral û bixwebawerîyeke mezin civîna xwe qedand.Em bi rêz ji bo raya giştî radigihînin .23.03.2016Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê