Cîhan

Li Şamê teqîn:40 kesî jiyana xwe ji dest da

Li Paytextê Suriye Şamê teqînek mezin çêbû. Li gora gahdariyên kanala televizyona fermî ya Suriye dayî, kemasî 40 kesî  jiyana xwe ji dest daye û zêdeyî 100 kesî jî birîndarin.

Li Şamê taxa Kfar Susa du otomobîlên bombekirî ji dûr ve hatin Teqandin. Ev teqîna bi hêz nêzikî du avahiyên hêzên ewlehiya Surî pêkhatin.

Eve 9 mehin li Surye xelk rejimê perotesto dikin û doza ruxandina rejima Esad dikin. Gelek cara şer di navbera hêzên rejimê û opozisyonê de çêbûne, lê ev cara yekem e teqînek bi vî awayî li paytextê Surya pêktê.

Komiteya ku yekitiya Erebî ya ku li Şamê hevdîtina dike jî serdana cihê  teqîn lê bûyî kir.

Back to top button