Civak

Li Rojhilatê Kurdistanê zîndaniyek kurd hate darvekirin

Cezayê darve kirinê yê girtiyekî xelkê Sewlawa li girtîxaneya navendî ya bajarê Sine ji aliyê saziya dadweriya Îranê ve hat bicîhanîn.

Li gor nûçeya Komeleya Mafê Mirovan a Hengaw îro 30.06.2020ê cezayê darve kirinê yê girtiyekî kurd ê bi navê Mihemed Ezîz Mehmûdî li girtîxaneya navendî ya Sine ji aliyê saziya dadweriyê ve hat bicîhanîn.

Mihemed Ezîz Mehmûdî temen 25 salî bû û xelkê gundê Dizlî ya ser bi Sewlawa ya ser bi parêzgeha Sine bû. Du sal berî naha kesekî din ê xelkê Dizlî yê bi navê Diyako Kerîmî kuştibû. Navborî heman rojê hatibû girtin û piştre ji aliyê dadgehê ve cezayê darve kirinê jê re hatibû dayîn.

Back to top button