Civak

Li Rojhilatê Kurdistanê 700 kesên din pêketiyê Korona bûn

Li gor amarên Wezareta Tendirustiya Îranê 700 kesên din li bajarên Rojhilatê Kurdistanê pêketiyê pejika Korona bûn û 11 pêketî jî canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiya Îranê nûtirîn amarên di derbarê Korona belavkir û eşkere kir ku li 24 demjimêrên di navbera nîvroya dûşem heta ku nîvroya sêşem 3.117 kesên nû pêketiyê Korona bûne ku 700 pêketî li Rojhilatê Kurdistanê bûn.

Li Urmiyê 5 kes ji ber Korona canê xwe ji destdane û 229 kesên din jî pêketiyê pejika Korona bûn. Hejmara pêketiyan gihîştiye 5.868 pêketî û 229 canê xwe ji destdane û 3.666 pêketî başbûne.

Li Kirmaşan 4 kesên din canê xwe ji destdane û 236 kesên din jî pêketine, hejmara pêketiyan li wî bajarî gihîştiye 5.267 pêketî ku 133 kes ji wan canê xwe ji destdane.

Li Loristan 1 kes canê xwe ji destdaye û 83 pêketine, hejmara pêketiyan gihîştiye 4.453 pêketî, 165 canê xwe ji destdaye û 4.261 pêketî başbûne.

Li Îlam, 1 kes canê xwe ji destda û 29 kesên din pêketine, heta niha 1.048 pêketî li Îlam hatine tomarkirin ku 67 ji wan canê xwe ji destdane û 846 ji wan başbûne.

Li Sine kes canê xwe ji dest nedaye lê belê 123 kes pêketine, bi giştî 3.308 pêketî hatine tomarkirin ku 157 ji wan canê xwe ji destdane û 1.570 ji wan başbûne.

Heta niha li Îranê bi giştî 157.562 kes pêketine û 7.942 canê xwe ji destdane û 123.77 kes başbûne.

Balkêş e ?
Close
Back to top button