Li rojhilat û Başûrê Kurdistanê erdhejek çêbû

Îro erdhejek li Kurdistana Başûr û Rojhilatê Kurdistanê çêbû. Li Kurdistana Başûr deverên wek Hewlêr, Silêmanî û Helebçeyê û çend deverên din ên Herêma Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê xelk pê hesiyan.Li gor agahiyan erdhej bi pileya 5.9 navenda wê bajarê Kirmaşan ê Rojhilatê Kurdistanê bû çend bajarên wek Sine, Kirmaşan, Îlam û Urmiyeyê yên Rojhilatê Kurdistanê û Hewlêr, Silêmanî û Helebce yên Herêma Kurdistanê hejand.Li gorî agahiyên destpêkê yên Navenda LêkolÎnên Erdhejê ya Zanîngeha Tehranê erdhej bi lerza 5.9 û bi kurahiya 8 kîlometreyan rû daye û navenda wê Taza Abad ya ser bi parêzgeha Kirmaşana Rojhilatê Kurdistanê ve ye.Erdhej di saet 13.15an de pêk hate û heta amadekirina vê nûçeyê derbarê ziyanên erdhejê de ti zanyariyên fermî nehatine belavkirin.